Mezlûm Ebdî û Bafil Talebanî bi telefonê axivîn
Hewlêr (Rûdaw) - Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî ragihand ku Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Bafil Talebanî bi rêya telefonê pêwendî bi wî re daniye û got, "Bafil Talebanî piştgiriya xwe ji bo berxwedana gel û hêzên me anî zimên."
Mezlûm Ebdî li ser hesabê xwe yê tora civakî ya Xê peyamek belav kir û kêfxweşiya xwe ya ji bo pêwendiya Bafil Talebanî nîşan da.
"Xwenîşandanên li Silêmaniyê cihê şanaziyê ne"
Fermandarê Giştî yê HSDyê amaje bi xwenîşandanên piştgiriyê yên li Silêmaniyê jî da û got:
"Cihê şanaziyê ye ji bo me ku em dibînin gelê me li Silêmaniyê bi awayekî berfireh rijiya kolanan û piştgiriya xwe ya berdewam ji bo me tîne zimên."
Naveroka peyama Mezlûm Ebdî
Mezlûm Ebdî di parvekirina xwe de ev tişt anîn zimên:
"Em bi pêwendiya telefonî ya Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê Bafil Talebanî kêfxweş bûn ku tê de piştgiriya xwe ji bo berxwedana gelê me û hêzên me anî zimên.
Her wiha cihê şanaziyê ye ji bo me ku em dibînin gelê me li Silêmaniyê bi awayekî berfireh rijiya kolanan û piştgiriya xwe ya berdewam ji bo me tîne zimên."
سررنا بتلقي اتصال هاتفي من بافل طالباني @Bafeltalabani رئيس حزب الاتحاد الوطني الكردستاني، عبّر خلاله عن دعمه ومساندته لمقاومة شعبنا وقواتنا.
— Mazloum Abdî مظلوم عبدي (@MazloumAbdi) January 26, 2026
كما يبعث فينا الفخر رؤية أهلنا في السليمانية يخرجون بمظاهرات حاشدة للتعبير عن دعمهم المستمر لنا.