Ji Alî Ertan Toprak banga Kongreya Neteweyî: ‘Ne daxwazek e, ferzeke dîrokî ye’

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Civaka Kurdan a Almanyayê Alî Ertan Toprak di nivîsa xwe de Kongreya Neteweyî xwest.

Nivîsa Alî Ertan Toprak ev e:

“Fêmnekirina têrker a pêwîstiya dîrokî û siyasî ya Kongreya Neteweyî ji aliyê siyaseta Kurd û biryarderan ve, bi taybetî di vê serdema krîtîk a ku em tê de ne, kêmasiyeke cidî ye. Ev nêzîkatî ne tenê kêm e, di heman demê de metirsiya pûçkirina derfeteke dîrokî jî di xwe de dihewîne.

Kongreya Neteweyî: Ne siyaseta navxweyî, peyama gerdûnî ye

Kongreya Neteweyî di serî de ne avahiyeke rû li hundir e. Ew, ne amûreke teknîk a birêvebirina qeyranan e jî. Kongreya Neteweyî di esasê xwe de peyameke siyasî ya rû li derve ye: Peyameke eşkere û zelal e ku tê dayîn ji bo raya giştî ya cîhanê, aktorên navneteweyî û Neteweyên Yekbûyî. Peyam ev e: Kurd neteweyek in, bi hev re tevdigerin û mafên xwe yên siyasî dixwazin.

Bêyî îradeyeke yekîtiyê ya bi vî rengî ya dîtbar û kolektîv, siyaseta Kurd neçar perçebûyî dimîne û di qada navneteweyî de bi hêsanî tê piştguhkirin. Koordînasyonên bêdeng, civînên girtî yan jî tenê hevkariyên teknîk, ji bo kişandina bala siyaseta gerdûnî têrî nake.

Zimanê siyaseta navneteweyî: Dîtbarî û rewayî

Siyaseta navneteweyî, ne bi aktorên girtî û nezelal re, ya bi bi kirdeyên siyasî yên bi awayekî eşkere pênasekirî re mixatab dibe. Kongreya Neteweyî tam jî vê yekê dabîn dike: Dîtbariya kolektîv, rewayiya siyasî û zimanekî hevpar ê rû li cîhanê.

Tenê dema ku zelal bibe bê ka Kurd çi dixwazin, ji aliyê kê ve tên temsîlkirin û gelo di nav yekîtiyê de tevdigerin an na, hingê fişar û eleqeya navneteweyî çêdibe. Eger na, doza Kurdan dê di rojeva hêzên mezin de wekî sernavekî talî û yê ku dikare were paşxistin bimîne.

Dem: Eger ne niha, kengî?

Îro dem xwedî girîngiyeke jiyanî ye. Rojhilata Navîn piştî zêdetirî sedsalekê ji nû ve tê şekilkirin. Sînor, hevsengiyên hêzê û pergalên siyasî ji nû ve tên pênasekirin. Tam di vê nuqteyê de pirsa ku divê were pirsîn ev e:

Kurd dê kengî daxwaza mafê dewleta xwe bikin, eger ne niha, kengî? Piştî ku ev pêvajoya jinûveavakirinê temam bû?

Eger Kurd vê kêliya şikestina dîrokî nenirxînin, pencereya derfetan dê careke din were girtin û neçar in sedsaleke din li benda derfeta siyasî ya bê bimînin. Dîrokê nîşan daye, yên ku nikarin pêvajoyên veguhastinê bi kar bînin, dibin bireser (objekt) û tiştên wan pêvajoyan.

Rastiya neteweya herî mezin a bêdewlet

Îro di cîhana Ereban de 22 dewletên serdest hene. Tevî vê yekê jî ne realîst e ji hêla siyasî ve ku Kurd wekî neteweya herî mezin a bêdewlet a herêmê, hîn jî werin vexwendin ku li bendê bimînin, bêdeng bimînin an jî tenê bi koordînasyona teknîk razî bibin.

Maf bi sebirê nayên dayîn. Maf bi daxwazkirinê tên standin. Yê ku daxwaz neke, nikare tiştekî bi dest bixe.

Konseya Qeyranê pêwîst e lê têrî nake

Konseyeke Qeyran û Stratejiyê bê guman dikare bi awayekî paralel hebe û divê hebe jî. Wekî amûreke nerm û operasyonel avahiyên bi vî rengî girîng in lê belê yek ji van avahiyan nikare cihê Kongreya Neteweyî bigire.

Koordînasyona ku bêyî bûyîna kirdeya siyasî (subje) were kirin, teknokratîk dimîne û nayê dîtin. Dîrok bi eşkereyî nîşan dide ku maf nayên bexşandin, bi têkoşînê tên standin.

Di demên qeyranê de yekîtî ferz e

Bi taybetî di demên qeyranê de yekîtî ne lawazî ye, ferz e. Neteweyên di bin gefê de, di van kêliyan de ku pergalên kevn dihejin, carinan dikarin derfetên siyasî yên neçaverêkirî bi dest bixin lê ev derfet ne bi paşde-sekinînê; bi helwesta kolektîv, daxwazên zelal û îradeya siyasî ya vekirî derdikevin holê.

Encam: Pêngaveke pênasekirina siyasî ya derengmayî

Ji ber vê yekê Kongreya Neteweyî ne rîtûeleke nostaljîk e. Berevajî, pêngaveke pênasekirina siyasî ya derengmayî ye. Divê cîhan êdî fêm bike ku Kurd ne bireser in ku girêdayî biryarên kesên din in, ew kirdeyeke siyasî ne ku maf, îrade û daxwaza diyarkirina çarenivîsa xwe heye.

Ev bang ne daxwazek e, ferzeke dîrokî ye.”

(Alî Ertan Toprak, Serokê Civaka Kurdan a Almanyayê)