Li Hewlêrê 3 endamên malbatekê hatin kuştin

Hewlêr (Rûdaw) - Li Hewlêrê 3 endamên malbatekê hatin kuştin ku ji dayîk, bav û kurê wan pêk tên.

Xizmên kuştiyan ji Rûdawê re ragihand ku du endamên malbatê hatine xeniqandin û kurê wan jî bi kêrê hatiye kuştin.

“Malbateke feqîr bû”

Li gorî gotina xizmên wan, "Ew malbateke gelekî feqîr û bê zerer bû."

Xizmên wan diyar kir ku ew heta şeva borî jî li mala xwe bûn lê ji nîvro û bi şûn de haya wan ji malbatê nemaye û nizanin bê ma kujer çend kes in.

Bûyerê li Taxa Sûrçiyan a Hewlêrê rû da û heta niha nayê zanîn bê ma kê ev tawan kiriye.

Termên kuştiyan ji bo otopsiyê veguhastine Tiba Dadî ya Hewlêrê.