Berdevkê YPGyê: Em dixwazin agirbest bidome lê êriş bêbersiv namînin

Hewlêr (Rûdaw) - Hêzên Rojavayê Kurdistanê piştgiriya domandina agirbestê dikin. Berpirsê Ragihandinê yê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) Siyamend Elî diyar got, “Em dixwazin agirbest bidome lê eger êrişî me bikin em dê bi tundî bersivê bidin.”

Siyamend Elî beşdarî bultena Rûdawê bû û ragihand ku êrişên hikûmeta Sûriyeyê heta niha jî li çend herêman didomin û ew hewl didin agirbestê têk bibin.

Wezareta Parastinê ya Sûriyeyê 25ê Kanûna Paşîna 2026an HSD bi êrişkirina ser hêzên wan ên li sînorê herêma Sirînê tohmetbar kiribû.

Berpirsê YPGyê ev îdia red kirin û got, “Sirîn ne herêma pevçûnan e û hêzên me nêzîkî 15 kîlometreyan ji herêma Şiyûxê dûr in.”

YPG û HSD daxwaza domandina agirbestê dikin

Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û Artêşa Ereban a Sûriyeyê 24ê Kanûna Paşîna 2026an agirbesteke 15 rojan ragihandibû.

Li gorî gotina Berpirsê Ragihandinê yê YPGyê, HSD û YPG dixwazin agirbest bidome û naxwazin şer li herêmê derkeve, ji ber wê jî ew ji bo domandina agirbestê çi ji destê wan were dikin.

Siyamend Elî bangî civaka navneteweyî kir ku ji bo serkeftina agirbestê alîkar bin çimkî şer di berjewendiya ti kesî de nîne.

Elî li ser îhtimala derketina şer got, “Eger hikûmeta Şamê êriş bike û bixwaze bi çekan daxwazên xwe bisepîne, em dê bêbersiv nemînin û em dê bi tundtirîn şêwe bersivê bidin.”

Êrişên Artêşa Ereban a Sûriyeyê

Siyamend Elî eşkere kir ku doh ji 6 herêman ve êrişî HSDyê hatiye kirin. Piraniya êrişan li Kobaniyê bûn.

Li eniya bajarokê Çelebiyeyê yê li başûrê rojhilatê Kobaniyê êriş kirin lê şervanan bersiv da û êrişên wan şikandin.

Li eniya gundên rojavayê Kobaniyê, bi taybetî gundên “Zêrk” û “Qasimiyeyê” jî bûn hedef. Siyamend Elî da zanîn ku di encamê de zarokek şehîd bûye û çar zarokên din jî birîndar bûne.

Berdevkê YPGyê  her wiha anî zimên ku li herêma Cizîrê bi sê dronên xwekuj êrişî gundê “Qirê” yê li ser sînorê bajarokê Girkê Legê hatiye kirin û her wiha gundê “Sefa” yê li gundewarê navçeya Çilaxayê jî bûye hedef.

Pêwendiyên Rojavayê Kurdistanê û Koalîsyona Navneteweyî

Pêwendiyên Rojavayê Kurdistanê û Koalîsyona Navneteweyî ji sala 2014an ve ji bo şerê DAIŞê didomin. Siyamend Elî diyar kir ku pêwendiyên wan bi taybetî li ser mijara veguhastina çekdarên DAIŞê yên di girtîgehan de didomin.

Berpirsê YPGyê rexne li Koalîsyona Navneteweyî ya li dijî DAIŞê girtin ku piştgiriya hikûmeta nû ya Sûriyeyê dike û got, “Hevalbendan erkên xwe yên exlaqî û mirovî bi cih neanîn.

Ew piştgiriya hêzekê dikin ku dizanin raboriya wê çi bûye.”

Elî destnîşan kir ku hikûmeta Sûriyeyê dixwaze bi ramaneke Îslamî ya tundrew xwe bisepîne lê Sûriye ji gelek pêkhateyên neteweyî û dînî pêk tê, ji ber wê jî ev nayê qebûlkirin û ji bo hemû pêkhateyan metirsî ye.

Yekîneyên Parastina Gel (YPG) sala 2011an hat damezirandin û ji sala 2015an ve pêkhênera sereke ya HSDyê ye. Wan parastina herêmên Rojavayê Kurdistanê û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dikir.

Hejmara şervanên HSDyê nêzîkî 100 hezarî bû. Wan di dema avabûna xwe de herêmeke berfireh ji destê DAIŞê derxist.

Ji 6ê vê mehê ve çekdarên girêdayî hikûmeta Sûriyeyê êrişî taxên Kurdan ên Helebê û herêmên din ên di bin kontrola HSDyê de kir.

Piştî êrişên artêşa Sûriyeyê, hejmarek şervanên Ereb û eşîr ji HSDyê veqetiyan.