Mûsa Ehmed: Em dê alîkariyê bigihînin Hisîçayê jî
Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Dezgeha Xêrxwaziyê ya Barzanî Mûsa Ehmed ragihand ku heta îro wan alîkarî gihandine zêdetirî 46 hezar welatiyên li Rojavayê Kurdistanê.
Ehmed da zanîn ku pêngava wan a din gihandina alîkariyan e ji bo Hisîçayê.
Serokê Dezgeha Xêrxwaziyê ya Barzanî ji Rûdawê re got,"Em dabeşkirina alîkariyan a li ser welatiyên li Rojavayê Kurdistanê didomînin.
Heta îro me kariye alîkariyê bigihînin 7 hezar û 5 malbatan ku bi giştî dikin 46 hezar û 421 kes."
Piştî êrişên Artêşa Ereban a Sûriyeyê yên ji bo ser herêmên di bin kontrola Rêveberiya Xweser û beşek ji Rojavayê Kurdistanê de, Dezgeha Xêrxwaziyê ya Barzanî heta îro 133 barhilgerên alîkariyê gihandine welatiyên wî parçeyê Kurdistanê.
Mûsa Ehmed di berdewamiyê jî de got, "Em dabeşkirina sotemenî û pêdiviyên din didomînin.
Plana me wiha ye ku heta dawiya vê hefteyê, 536 hezar lître mazotê jî li Rojavayê Kurdistanê belav bikin."
Belavkirina alîkariyan a Dezgeha Xêrxwaziyê ya Barzanî zêdetir li herêma Qamişloyê bû.
Mûsa Ehmed di vê derbarê de got, "Îro em dê li Tirbespî û Dirbêsiyê alîkariyan belav bikin.
Bi vî awayî, alîkariya me dê bigihe hemû herêmên ewle, ji xeynî Hisîçayê."
Serokê Dezgeha Xêrxwaziyê ya Barzanî derbarê gihandina alîkariyan a ji bo Hisîçayê jî de got,"Ev di plana me de ye û bêguman em dê alîkariyê bigihînin Hisîçayê jî."
Ji ber êrişên Artêşa Ereban a Sûriyeyê yên ji bo ser taxên Kurdnişîn ên Helebê yên 6ê vê mehê û piştre berfirehbûna êrişan a ji bo ser hemû herêmên di bin kontrola Rêveberiya Xweser de, bi hezaran welatî koçberî herêmên ewle yên Rojavayê Kurdistanê bûn.
21ê vê mehê Dezgeha Xêrxwaziyê ya Barzanî 67 barhilgerên alîkariyê gihandin Rojavayê Kurdistanê û roja din dest bi dabeşkirina wan kir û ev kar berdewam dike.