HSD: Komên girêdayî Şamê êrişî Kobaniyê dikin

Hewlêr (Rûdaw) - Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ragihand ku komên girêdayî Şamê agirbest bin pê kiriye û ji saet 02:00yê şeva borî ve êrişî başûrrojhilatê Kobaniyê dikin.

HSDyê di daxuyaniya xwe de da zanîn ku êriş li ser bajarokên Xerab Eşkê û Çelebiyê yên li başûrê rojhilatê Kobaniyê dijwar bûne.

Li gorî daxuyaniyê, êriş ji çend milan ve hatine destpêkirin û hevdem li gel êrişa bejahî, taxên sivîlan û derdora her du bajarokan bi dijwarî tên topbarankirin.

“Şer û pevçûnên dijwar didomin”

HSDyê diyar kir ku hêzên wan bersiva êrişan didin û wiha got:

"Di encama van êrişan de di navbera hêzên me û komên êrişkar de şer û pevçûnên dijwar derketin.

Hêzên me heta vê kêliyê bersivdayîna êrişê didomînin. Bi taybetî li bajarokê Çelebiyê şer berdewam e.

Komên êrişkar hêzên leşkerî yên zêde ku di nav wan de tank û zirxpoş hene sewqî herêmê dikin."

Her wiha hat ragihandin ku dronên Tirkiyeyê jî li asmanê herêmê digerin.

“Binpêkirina agirbestê ye”

HSDyê destnîşan kir ku ev êriş di roja duyem a agirbestê de pêk hatine û ev yek binpêkirineke aşkere ye û wiha got:

"Ev êriş binpêkirineke zelal û eşkere ya rêkeftina agirbestê ye û tenê di roja duyem a bicihanîna wê de tê kirin.

Ev yek piştrast dike ku Şam pabendî sozên xwe nabe û siyaseta xwe ya aloziya leşkerî û têkdana aramiya herêmê didomîne."

Banga li garantoran

HSDyê tekez kir ku ew mafê xwe yê rewa yê parastinê bi kar tînin û berpirsyariya van binpêkirinan û encamên wan ên mirovî û ewlehiyê xist stuyê Şamê.

Di dawiya daxuyaniyê de bang li aliyên garantor ên agirbestê hat kirin ku berpirsyariyên xwe bi cih bînin û ji bo rawestandina êrişan bikevin tevgerê.