Heyva Sor a Kurd: Di nav zarokan de metirsiya belavbûna nexweşiyan heye
Hewlêr (Rûdaw) - Hevseroka Heyva Sor a Kurd a Rêveberiya Xweser hişyariya belavbûna nexweşiyan, bi taybetî di nav zarokên koçber ên li Rojavayê Kurdistanê de da û got ku 3 nexweşxaneyên wan ên fermî hene ku tenê dikarin 150 nexweşan wergirin.
Hevseroka Heyva Sor a Kurd a Rêveberiya Xweser Hediye Ebdulah îro beşdarî bultena saet 11:00an a Tora Medyayî ya Rûdawê bû û li ser rewşa koçberan axivî.
Hediye Ebdulahê ragihand, ji bilî ku birîndar û nexweş zêde ne, hejmareke zêde ya xelkê saxlem jî ji ber sermayê nexweş ketine.
Piraniya koçberan li Qamişlo, Amûdê, Dêrik û Tirbespiyê di dibistanan de dimînin.
Li gorî gotina Hediye Ebdulahê, tevî ku sobe, betanî û doşek li xelkê hatine belavkirin jî ji ber sermayê nexweşî bi taybetî di nav zarokan de zêde bûye.
“Tîmên gerok serdana dibistanan dikin”
Hevseroka Heyva Sor da zanîn ku ji bilî 3 nexweşxaneyên Rêveberiya Xweser, 3 tîmên wan ên tenduristiyê yên gerok jî hene ku ji bo gihandina xizmetguzariyê bi berdewamî serdana dibistanan dikin.
Hediye Ebdulahê got, "Kapasîteya her sê nexweşxaneyan bi giştî 150 nexweş e.
Loma tîmên me yên gerok serdana dibistanan dikin da ku pêdiviya nexweşan bi hatina nexweşxaneyê nemîne."
“Metirsiya zêdebûna hejmarê heye”
Wê diyar kir ku hinek navendên tenduristiyê û nexweşxaneyên taybet bê pere xizmetê dikin û Dezgeha Xêrxwaziyê ya Barzanî (BCF) jî tîmeke bijîşkî şandiye Rojavayê Kurdistanê.
Lê belê hejmara nexweş û birîndaran zêde ye û ji ber sermayê îhtimal heye hejmar zêdetir bibe.
Hediye Ebdulahê got, "Tenê demên dawî zêdetirî 3 hezar malbat koçber bûne."
Li gorî agahiyan, tenê 3 tîmên tenduristiyê yên gerok li dibistanan serdana zêdetirî 4 hezar nexweşan kiriye û derman û çareserî pêşkêşî wan kiriye.
“Pêdivî bi dermanên şûştina gurçikan heye”
Ji Herêma Kurdistanê ve xeynî pere, xwarin û kelûpelan, gelek derman jî wekî alîkarî ji bo Rojavayê Kurdistanê hatine komkirin.
Hediye Ebdulahê diyar kir ku pêdiviya wan bi dermanên şûştina gurçikan (diyalîz) heye û got:
"Ew alîkarî moralê me bilind dikin. Kesên dixwazin alîkariyê bikin, em lîsteyeke dermanên pêwîst amade dikin û didin wan."
Ji ber êrişên Artêşa Ereban a Sûriyeyê yên li taxên Kurdan ên Helebê ku 6ê vê mehê dest pê kir û piştre li hemû herêmên Rêveberiya Xweser belav bûn, bi hezaran welatî koçberî herêmên aram ên Rojavayê Kurdistanê bûne û pêdiviya wan bi alîkariya lezgîn heye.
Tevî ku agirbest hatiye dirêjkirin jî Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) îro daxuyaniyek belav kir û ragihand ku komên çekdar ên girêdayî Şamê ji çend milan ve êrişî bajarokên Xerab Eşk û Celebiyê yên li başûrrojhilatê Kobaniyê kiriye.