HSD: Komên girêdayî Şamê li Kobaniyê komkujî kir, 5 şehîd
Hewlêr (Rûdaw) - Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ragihand ku komên çekdar ên girêdayî Şamê ve li gundewarê Kobaniyê komkujî kiriye û 5 sivîlan canê xwe ji dest daye.
Li gorî daxuyaniya HSDyê, komên girêdayî Şamê bi top, tank û dronan êrişeke dijwar biriye ser gundê Xerab Eşkê yê li başûrrojhilatê Kobaniyê.
“Ji malbata Bozanan 5 kes şehîd ketin”
HSDyê diyar kir ku di encama wê êrişê de "komkujiyeke hovane" pêk hatiye û wiha got:
"Di êrişê de 5 sivîl şehîd ketin û 5 sivîl jî birîndar bûn ku hemû endamên malbata Bozanan in."
Cenaze di bin kavilan de ne
Li gorî zanyariyan, ji ber topbaranê xaniyê malbatê bi temamî wêran bûye.
Hat diyarkirin ku birîndar veguhastine nexweşxaneyan lê ji ber dijwariya bombebaranê cenazeyên miriyan hîn di bin kavilan de ne.