Rojhilat - Tê pêşbînîkirin 35 namzedên Kurd bibin parlamenter

Hewlêr (Rûdaw) – Çavdêrên hilbijartinên Îranê û Rojhilatê Kurdistanê dibêjin, di baştirîn rewş de ji ber baykotkirina partiyên Rojhilatê Kurdistanê, Kurd dikare 35 kursiyên parlamentoyê bi dest bîne.

 

Îro saet 08:00 li gor dema Tehranê hilbijartinên Îranê û Rojhilatê Kurdistanê dest pê kirin û biryar e heya saet 18:00ê îro berdewam bin.

 

Di hilbijartinên vê carê yên Îranê de 54 milyon û 915 hezar û 24 kesan li seranserê wî welatî mafê dengdanê hene.

 

Li gor rayedarên Îranê jî nêzîkî 1 milyon kes li her du beşên rêvebirin û çavdêrîkirina hilbijartinan de mijûlî çalakiyê ne.

 

Namzedên Kurd di hilbijartinên vê carê de bi ser du eniyên reformîst de dabeş bûne.

 

Hilbijartinên Îranê ji aliyê pirraniya partiyên Kurdî yên Dijbereyê sîstema Îranê ve hatiye baykotkirin.

 

Çavdêrên hilbijartinên îranê dibêjin, ji ber baykotkirina partiyên Kurdî û herwiha du diliya dengderên Kurd, pirraniya namzedên Kurd nikarin derbasî parlamentoyê biibn û li gor pêşbîniyan, di rewşa herî baş de 35 namzedên Kurd dikarin bibin parlamenter.

 

Parlamentoya Îranê ji 290 kursiyan pêktê.

 

Zêdetirî 4 hezar namzed li seranserê Îranê û Rojhilatê Kurdistanê rikeberiyê bo bidestanîna kursiyên parlamentoyê dikin. Di nav wan namzedan de nêzîkî 500 namzed jin in.