Biryara qedexeya ser firokexaneyên Kurdistanê hat dirêjkirin

Hewlêr (Rûdaw) – Rêvebera Firokexaneya Hewlêrê Telar Fayeq ji Tora Medyayî ya Rûdawê re got ku biryara rawestandina geştên navdewletî ji firokexaneyên Hewlêr û Silêmaniyê heta 31.05.2018ê hatiye dirêjkirin.

 

Ji ber Referandûma Serxwebûna Başûrê Kurdistanê ku di 25ê Îlona 2017ê de hat kirin, hikûmeta Iraqê ligel êrîşkirin û destdanîna ser nêzîka ji sedî 50ê axa Başûrê Kurdistanê, di çend waran de ambargo jî danî ser Kurdistanê.

 

Yek ji wan rawestandina geştên navdewletî yên firokexaneyên Hewlêr û Silêmaniyê bû. Hikûmeta Iraqê êvara roja 29.09.2017ê biryar cîbicîh kir û îro jî heta 3ê mehên din hat dirêjkirin.