ROJAVA - Mala Êzidiyan rizgarbûyên destê DAIŞê li xwe digre
Hewlêr (Rûdaw) - Berfê Xelef Ferho ku di Tebaxa 2014 an de li nêzîkî Şingalê ji aliyê çekdarên DAIŞê ve hatibû revandin, bo dema 5 salan di destê DAIŞê de mabû, lê ew niha di encama berdewamiya şerê dijî DAIŞê de, li Baxozê hatiye rizgarkirin û li Mala Êzidiyan li Hesekê dimîne.
Ew jina Kurda Êzidî, niha li Mala Êzidiyan li gundekî di navbera herdu bajarên Hesekê û Qamişlo yln Rojavayê Kurdistanê de dimîne.
Berfê Xelef Ferho dibêje ew ji Reqayê birin Dêra Zor, Tebqa, Meyadîn û gelek cihên din, herî dawiyê jî ew anîbûn Baxozê û li wir ew ji nav destê çekdarên DAIŞê hat rizgarkirin.
Berî ku ev kes bigihin gundê Gumur ku 10 Km dûrî navenda bajarê Hesekê ye, 11 zarokên Kurdên Êzidî ku ji destê DAIŞê li Baxozê hatibûn rizgarkirin, gihiştibûn heman cihî.
Sedam yek ji wan zarokanên rizarbûyî ye. Dema ku ew hatibû girtin, zarok bûye, lê niha ew xortekî nûhatî ye. Sedam daxawaz dike, ku vegere Şingalê û bi malbata xwe re jiyana xwe derbas bike.
Niha ev zarok li ser rêya vegerê ne, lê heya vê gavê jî çarenivîsa bi hezaran kesên din ku di van 4-5 salan ji aliyê DAIŞê ve hatibûn revandin ne xuya ye, her malbat û kesek ku yek ji wan girtî ye li cem vê rêxistina ku navê Xîlafetê li desthilatdariya xwe kiribû, daxwaz dikin, ku çarenivîsa kesên wan jî zelal bibe.