Baregeha Barzanî: Têbîniya Serok Barzanî li ser bernamaya kar a Ellawî ye

Hewlêr (Rûdaw) - Baregeha Barzanî red dike ku pirsgirêka Serok Barzanî li gel Ellawî hebe li ser daxwaza bo danîna kesên nêzîk li xwe û diyar dike, “Têbinî li ser şêwaz û bernameya karê Ellawî û mekanîzmaya diyarkirina kandîdan heye bo postên wezîran.”

Baregeha Barzanî îro derbarê helwesta Serok Mesûd Barzanî li ser kabîneya nû ya Iraqê û nerazîbûnên derbarê wê mijarê de daxuyaniyek belav kir û ragihand, “Piştî raspardina birêz Mihemed Tofîq Ellawî bo pêkanîna hikûmeta nû ya Iraqê, di çend medyayên Erebî û Kurdî de, wisa hatiye belavkirin ku goya cenabê Serok Barzanî ji ber pirsgirêka kesî û danîna hinek kesên nêzîk li xwe bo wergirtina wezaretan, kêşe li gel birêz Ellawî û proseya pêkanîna hikûmeta nû ya Iraqê heye.”

Baregeha Barzanî ronî dike, “Vê mijarê ti bingehek nîne û Serok Barzanî têbînî li ser şêwaz û bernameya kar a Ellawî  û mekanîzmaya diyarkirina kandîdan heye bo postên wezîrên hikûmeta Iraqê. Ew şêwaz û mekanîzma maf û daxwazên pêkhateyan û taybetmendiyên Herêma Kurdistanê li ber çav nagire û bi piştrastî dibe sedema kûrtirbûna qeyrana siyasî ya Iraqê.”

Di daxuyaniyê de hatiye gotin, “Ji aliyê Serok Barzanî ve navê kesan ewlewiyet nîne, belkû ew girîng e pabendbûna hemû aliyan bo wê yekê ku binemayên şirîkatî, hevsengî û tifaq li ser proseya siyasî û hikûmeta bê de, li ber çav bên girtin. Li gel wê jî de, her weke çawa hinek aliyan birêz Ellawî bo postê serokwezîriyê kandîd kirine, Herêma Kurdistanê jî mafê xwe heye kandîd hebin bo postên wezîran û pêwîst e rêz li mafê Herêma Kurdistanê bê girtin.”

Roja 01.02.2020 Serokomarê Iraqê Berhem Salih bi fermî Mihemed Ellawî bo postê serokwezîriya Iraqê û pêkanîna hikûmetê raspart.

Mihemed Ellaqî piştî ku hat erkdarkirin, ragihand ew dê ji kesên bêalî û teknokrat bo postan kabîneyê sûd bistîne. Ev jî bûye sedema nerazîbûna Kurd û Sunneyên Iraqê, ji ber ku li gor wan, nabe serokwezîr ji aliyê çend aliyên siyasî ve hatibe berbijêrkirin lê wezîr serbixwe bin.

Herwiha Serokwezîrê Raspardî bo pêkanîna kabîneya nû ya hikûmeta Iraqê îro ragihand, ew dê roja Pêncşemê wezîran diyar bikin û deng li ser kabîneya nû bidin.