Artêşa Tirkiyê li derdora Eyn Îsayê radar danîne

Hewlêr (Rûdaw) - Artêşa Tirkiyê li derdora Eyn Îsayê ya Rojavayê Kurdistanê sîstemên radaran bicih kirine.

Li nêzîkî gundê Seyda yê li Bakurê Eyn Îsayê û Riya M4, artêşa Tirkiyê sîstemên radaran li rex burcê çavdêriyê danîne.

Li gorî çavkaniyên xwecihî tê gotin ew sîstemên radaran li dijî dronan hatine bicih kirin.

Herwiha Artêşa Tirkiyê di meha Gulana borî de, li seranserê çeperên şer yê sînorên herêmên Cizîrê û Kobanî, sîstemên radaran danîne û çalak kirine.

Bajarokê Eyn Îsa ku xwedî giringîyeke stratejîk e, 47 kîlometreyan dûrî bajarê Reqa ye,  66 kîlometreyan li başûrê rojhilatê Kobanî ye û 30 kîlometreyan ji navenda bajarê Girê Spî dûr e, ew jî di bin destê hêzên Tirkiyê û grûpên çekdaran de ye.

Girîngiya stratejîk a Eyn Îsa ji wê yekê tê ku li ser rêya navdewletî ya M-4 Rodko ye. Rêya M-4 Cizîra Rojavayê Kurdistanê bi Heleb, Laziqiyê, Hims, Hema û Şamê ve girêdide.

Ev heyamek e artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ên ser bi wî welatî ve êrişên xwe yên li ser Eyn Îsa zêde kirine û ji ber wan êrişan beşeke zêde ya xelkê ji cih û warên xwe koçber bûne.