Li bakurê welêt berf dibare û li gelek bajaran dibistan girtî ne
Hewlêr (Rûdaw) - Li hinek deverên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê berf dibare û li 8 bajaran dibistan girtî ne.
Li parêzgehên Dêrsim, Mereş, Erzirom, Erzingan, Çewlîg û Meletiyê yên Bakurê Kurdistanê û li parêzgehên Bayburt û Gumuşhane yên Tirkiyeyê îro ji ber berf û baranê û rewşa neyînî ya hewayê dibistan girtî ne û perwerde nayê dîtin.
Li gorî daxûyaniya Qaymeqamtiya Mereşê, li seranserê navçeya Goksunê dibistan îro girtî ne.
Her wiha Parêzgariyên Dêrsim, Erzirom, Çewlîg û Erzinganê jî bi daxûyaniyekê ragihand ku ji ber metirsiya berf û baran û qeşayê dibistan îro girtî ne.
Li gel vê yekê li navçeya Erebgîrê ya Meletiyê jî ji ber heman sedemê îro dibistan girtî ne.
Parêzgariyên Bayburt û Gumuşhane yên Tirkiyeyê jî ji ber berfa zêde heman biryar daye û li seranserê her du bajaran îro perwerde nayê dîtin.
Li gorî daxuyaniyên her pênc parêzgariyan, karmendên ducanî, astengdar û dayîkên ku zarokên wan diçin dibistanên seretayî dê bi destûra îdarî bên hejmartin.