Malbateke Hewlêrî sê roj in bê av û elektrîk in: Zarokên ji ber birçîna digirîn

Hewlêr (Rûdaw) - Li Taxa Serkarêzê ya Hewlêrê, malbateke şeş kesî li nav xaniyekî nîvco di nava hejariyeke giran de dijî.

Bêkarebayî, nexweşî û deynên zêde jiyan li wan kiriye jehr û heke cîran û xêrxwaz nebin tiştekî wan nîne ku bixwin.

"Em di nava deynan de ne"

Avan Xusrewa 28 salî ku dayîka çar zarokan e, ji ber nexweşiyê emeliyat bûye lê bi deynan.

Avanê di bernameya "Berpirsiyarê Remezanê" ya Rûdawê de ku Şehyan Tehsîn pêşkêş dike, behsa rewşa xwe kir û got:

"Ji bo emeliyata min û kurê min, me deyn kir û heta niha em 2 milyon û nîv dînaran deyndar in."

Jiyana vê malbatê ew qasî dijwar e ku pereyên wan ji bo dabînkirina xwarina rojane jî nîne.

Avanê bi girîn behsa rewşa xwe kir û got:

"Li mala min ti xwarin nînin, cîran her roj yek ji wan xwarinê ji me re tîne. Rojekê xwarin neanîn, me tenê av vexwar."

Zarok ji xwendinê bêpar in

Rewşa vê malbatê tenê bi hejariyê bi dawî nabe.

Zaroka wan a mezin Xozgeya heft salî ji ber nebûna karta niştimanî ji xwendinê bêpar maye.

Kurê wan ê sê salî Eyûb jî pêdiviya wî bi emeliyatê heye lê ji ber bêderfetiyê nekarîne wî bibin cem bijîşk.

Bav berê Pêşmerge bûye

Hevjînê Avanê Elî Burhan 10 salan Pêşmergeyê xwebexş bûye lê piştî ku navê wî wekî "Pêşmergeyê fermî" nehatiye qeydkirin, dest jê berdaye.

Niha ji bo dabînkirina debara jiyanê, rojane hesin û kartonan dide hev û dahata wî ji 8 hezar dînaran derbas nabe.

Elî di bernameyê de got, "Ti tişt li mala min nîne, ez çi qasî dikim têra me nake.

Şerma min tê ez daxwaza alîkariyê ji birayê xwe bikim ku rewşa wî ji min baştir e."

"Zarokên min ji tirsan digirîn"

Zehmetiya jiyanê wiha kiriye ku ev malbat nikaribe pereyê elektrîkê bide lewra ev sê roj in elektrîka wan hatiye qutkirin.

Avanê got, "Şeva borî telefona min vemirî, zarokên min ji tirsa tariyê digirîn."

Xêrxwazan destê alîkariyê dirêj kir

Bi belavbûna çîroka vê malbatê di bernameya Rûdawê de, destê alîkariyê ji wan re hat dirêjkirin.

Xêrxwazekî bi navê Fayeq Zêrenger, kirêya xênî ya salekê da û soza dayîna kel û pelên navmalê jî da.

Her wiha, gelek xêrxwazên din jî biryar da ku alîkariya darayî û xwarinê pêşkêş bikin da ku wan ji wê jiyana dijwar rizgar bikin.

"Ez ava bişekir didim wan"

Avanê diyar kir ku ji ber mişk û maran ji xaniyekî kevn derketine û niha jî ji ber mişkan sarinca xwe kirine cihê danîna firaqan û got:

"Pêdiviya du zarokên min bi şîr heye. Şîr nîne, ez ava bişekir didim wan lê venaxwin."

Ew malbat mehane 140 hezar dînar kirêya wî xaniyê nîvco didin.