Li Kampa Holê çi qewimî?

Hewlêr (Rûdaw) - Kampa Holê ya li Rojavayê Kurdistanê ya ku bi hezaran malbatên DAIŞiyan lê diman vala bûye.

Piştî vekişîna Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) a ji kampê, gelek malbat jê reviyan.

HSD û Wezareta Karên Navxwe ya Sûriyeyê derbarê valabûna kampê hevdû tohmetbar dikin.

“Otomobîl hatin û xelk birin”

Şahidekî ji herêmê yê bi navê Salih el Hafiz piştrast kir ku kamp vala bûye û got:

"Hêzên Sûriyeya Demokratîk vekişiyan û çekdarên eşîran hatin.

Kî xwest here, çû. Otomobîl hatin, xelk birin û çûn. Malbat bi tena serê xwe çûn."

Heta dawiya sala 2025an, zêdetirî 24 hezar kesan li vê kampê diman.

Lê li gorî Wezareta Karên Navxwe ya Sûriyeyê, dema ew gihiştine kampê, tenê 6 hezar û 500 kes lê hebûn.

Wezaret HSDyê tohmetbar dike û dibêje ku HSD bêyî hevahengiya li gel wan û Koalîsyonê ji kampê vekişiyaye.

Berdevkê Wezareta Karên Navxwe ya Sûriyeyê Nûredîn Baba got:

“Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ji nişka ve, bêyî ti hevahengî û agahdarkirina Wezareta Karên Navxwe yan Hevpeymaniya Navneteweyî (Koalîsyon) vekişiyan.

Dema ku hêzên me gihiştin, wan dît ku ji ber vekirina kampê ya bi awayekî bêserûber, rewşên revê yên bikom çêbûne.

Hinek parêzvan bi çekên xwe ji cihên xwe çûbûn û xalên navxweyî jî hatibûn rakirin.”

HSD: Em neçar man

Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) bersiva tohmetên Hikûmeta Sûriyeyê da û sedema vekişînê bi vî rengî eşkere kir:

“Dema komkirina hêzan û pevçûn gihiştin derdora Kampa Holê, li hemberî aloziya bizanebûn û di nava bêdengiya navneteweyî de, HSD neçar ma ku vekişe.

Li ber kamerayan çekdarên hikûmetê dest bi derxistina malbatên çekdarên DAIŞê kir.

Operasyonên qaçaxçîtiyê zêdetirî hefteyekê bi awayekî eşkere û belgekirî berdewam kir.”

Hikûmeta Sûriyeyê bi hinceta xerabûna binesaziya kampê û rewşa ewlehiyê dawiya sibatê dest bi valakirina Kampa Holê kir û ew malbat veguhastin kampeke li Helebê.

HRW: Çarenivîsa 8 hezar û 500 kesan ne diyar e

Rêxistina Çavdêriya Mafên Mirovan (Human Rights Watch) roja duşemê raporek belav kir û got:

"Çarenivîsa nêzîkî 8 hezar û 500 kesên li kampên bakurrojhilatê Sûriyeyê yên ku malbatên çekdarên DAIŞê li xwe digirin û girtî ne, hîn jî ne diyar e."