'Zêr û xanî dixwazin': Ciwan ji Dêrsimê koç dikin, zewac nemaye
Hewlêr (Rûdaw) - Li gorî daneyên Saziya Amaran a Turkiyeyê (TUÎK) zewacên herî kêm li Dêrsima Bakurê Kurdistanê çêbûne.
"Kar tune, ciwan koç dikin û malbatên hene jî ji ber krîza aborî belav dibin."
Ev gotinên beşekî zêde yê xelkê Dêrsima Bakurê Kurdistanê ne ku par herî kêm zewac li vê derê çêbûne.
Welatiya bi navê Songul Ozalpê got:
“Dema mêr dixwazin bizewicin jin zêran, xanî û kar dixwazin. Dema ev tişt nebin ma dê çawa bizewicin?
Ew jî neçar dimînin biçin welatên derveyî Tirkiyeyê. Niha ji ber ku ciwan li bajêr nemane zewac jî çênabin.”
"Zû hev berdidin"
Welatî Zubeyde Dolekê jî bal kişand ser zêdebûna hevberdanê û got:
“Ciwanên me berê dizewicîn. Yên berê zewicîne zarokên wan hene lê ciwanên niha dema dizewicin jî zû hev berdidin û dest ji malbatên xwe jî berdidin.
Sedem jî ew e ku nikarin kar bibînin û debara xwe bikin.”
Hinek welatî jî didin zanîn ku pirsgirêka heyî tenê ne ya ciwanan e.
Ew ji hikûmetê daxwaz dikin ku piştgiriyê bide ciwanan da ku bibin xwedî kar û karibin malbatekê ava bikin.
Welatî Hidir Mercan jî wiha axivî:
“Çavê ciwanan li destê dê û bavên wan e, ji ber ku bêkar in û nikarin bizewicin.
Di van şert û mercên zehmet de hikûmet jî tiştekî nake û her diçe rewş xirabtir dibe.
Ji ber vê yekê pirsgirêk ne ya ciwanan e, kî vê dewletê bi rê ve dibe ya wî ye.”
Amarên TUÎKê
Li gorî amarên Saziya Amaran a Tirkiyeyê (TUÎK), li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê sala borî 552 hezar û 237 zewac û 193 hezar û 793 hevberdan hatine tomarkirin.
Herî kêm bi rêjeya ji hezarî 4,18an li parêzgeha Dêrsimê zewac pêk hatine.