Bakirhan: Em hêvî dikin ku vê mehê gavên şênber bên avêtin
Hewlêr (Rûdaw) - Hevserokê Giştî yê DEM PartiyêTuncer Bakirhan li Amedê bang kir ku dawî li tayînkirina qeyûman were anîn.
Bakirhan diyar kir ku vegera hevserokên şaredariyan a ser karê wan, dikare bibe destpêka qonaxeke nû û got, "Em hêvî dikin ku vê mehê gavên şênber bên avêtin."
Li Amedê bi beşdariya Hevserokê Giştî yê DEM PartiyêTuncer Bakirhan û hevserokên şaredariyên bajar û navçeyan daxuyaniyek hat dayîn.
Daxuyanî li pêşiya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê bi dirûşma "Em xwedî li îradeya xwe derdikevin û dengê xwe li dijî pêkanînên qeyûm bilind dikin" hat lidarxistin.
Tuncer Bakirhan diyar kir ku wan îro bi hevserokên şaredariyan re nîqaşên berhemdar kirine û li ser xebatên serdema bê sekinîne.
"3 serdem in îradeya gel tê xespkirin"
Bakirhan bal kişand ser salvegera tayînkirina qeyûman û wiha axivî:
"Me qala qeyûman jî kir. Ji sala 2016an ve hema bêje 3 serdem in îradeya gel tê xespkirin. Şaredariyên me bi awayekî neusûlî tên birêvebirin.
Êdî ev qeyûm bûne şerma vî welatî. Divê ev şerm ji holê rabe.
Xelkê di hilbijartinên dawî de bi hilbijartina partiya xwe, helwesta xwe ya li dijî qeyûman nîşan da."
Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk
Bakirhan tekez kir ku di vê pêvajoya ku behsa "Aştî û Civaka Demokratîk" tê kirin de, divê şaredarî teslîmî nûnerên rastîn ên gel bên kirin.
Hevserokê DEM Partiyê xwest ku 13 hevserokên şaredariyan ên ku şaredariyên wan hatine desteserkirin vegerin ser karê xwe û got:
"Ji bo vê yekê sererastkirinên yasayî pêwîst in û di meha Remezanê de ev dikarin bi hêsanî pêk werin.
Em dikarin vegera hevserokên şaredariyên Êlih, Mêrdîn û Xalfetiyê bikin destpêka qonaxeke nû."
"Ji bo Wezîrê Navxwe yê nû îmtîhanek e"
Bakirhan bal kişand ser guherîna Wezîrê Karên Navxwe yê Tirkiyeyê û wiha pê de çû:
"Wezîrekî nû yê Karên Navxwe hat. Ev ji bo vî wezîrî di heman demê de dikare bibe îmtîhanek.
Wezîr dikare van erkdarkirinên demkî pesend neke û bi vî awayî tevkariyeke mezin li vê pêvajoyê bike.
Em hêvî dikin ku ev bibe gava yekem."
"Gel gavên pratîk dixwaze"
Tuncer Bakirhan di bersiva pirsên rojnamegeran de jî anî ziman ku Devlet Bahçelî, Recep Tayyîp Erdogan û Abdullah Ocalan behsa derbasbûna qonaxeke nû dikin.
Bakirhan wiha dawî li axaftina xwe anî:
"Di vê rewşa ku em derbasî qonaxeke nû dibin de, ji bo serkeftina pêvajoyê divê em dawî li van pratîkên qeyûman bînin.
Mirov li şûna gotinan gavên pratîk dixwazin. Ev qeyûm dikarin bibin gava yekem a pratîk a pêvajoya nû."