Hewlêr (Rûdaw) – Sekreterê Giştî yê Netewên Yekbûyî îro li Hewlêrê ragihand, Netewên Yekbûyî di mijara alîkarîkirina koçberan de pişta Kurdistanê bernade.
Êvariya îro Şemî 26ê Adarê, Sekreterê Giştî yê Netewên Yekbûyî (NY) Ban Ki moon, Serokê Banka Navdewletî Jim Yong Kim û Serokê Banka Îslamî Ehmed Mihemed Elî gihîştin paytexta Başûrê Kurdistanê bajarê Hewlêrê.
Her sê berpirsên rêxistinnên cîhanî li balafirxaneya navdewletî ya Hewlêrê ji aliyê Serokwezîrê Başûrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Cîgirê Serokwezîr Qubad Talebanî ve hatin pêşwazîkirin.
Piştre Ban Ki moon û her du serokên Banka Navdewletî û Banka Îslamî li Hewlêrê bi Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî û Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî re dest bi civînê kirin.
Di civînê de Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî, Cîgirê Serokwezîr Qubad Talebanî û çend wezîrên Hikûmeta Herêma Kurdistanê amade bûn.
Li gor zanyariyan, di civîna her sê berpirsên cîhanî û Mesûd Barzanî û rayedarên din ên Herêma Kurdistanê de, derbarê rewşa koçberan li Kurdistanê, kirîza darayî ya li Herêma Kurdistanê û piştevaniyên NY û saziyên navdewletî bo Kurdistanê gotûbêj hatin kirin.
Herwiha şerê kontrolkirina Mûsilê jî mijareke din a civîna navbera her sê berpirsan û Barzanî bû.
Peyamnêrê Rûdawê li cihê civînê Senger Ebdurehman ragihand, biryar bû piştî civînê konfranseke rojnamevanî bê lidarxistin, lê belê ji ber ku şand dereng gihîtibû Hewlêrê konfransa rojnamevaniyê nehta kirin û dema civînê jî tenê 30 xûlek bû.
Piştî bi dawî hatina civînê, Sekreterê Giştî yê Netewên Yekbûyî, Serokê Banka Navdewletî û Serokê Banka Îslamî dawî bi serdana xwe y abo Kurdistanê anîn.
Peyamnêrê me derbarê naveroka civînê de got, Ban Ki moon di civînê de li hember hewlên bo rûbirûbûna kirîza darayî spasiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê kir, herwiha pesnê role Serokê Herêma Kurdistanê di serkirdatîkirina Pêşmerge û têkbirina DAIŞê de kir û destxweşî li Hêzên Pêşmerge kir.
Sekreterê Giştî yê NY herwiha li ser koçber û awareyên li Herêma Kurdistanê jî tekezî li ser wê yekê kir, ku Netewên Yekbûyî pişta Herêma Kurdistanê bernade û ew dê hewl bidin di demên pêş de alîkariyên zêdetir ji koçberên li Kurdistanê re bişînin.
Ban Ki moon soz jî da Barzanî, ku bo alîkarîkirina Herêma Kurdistanê ligel civaka navdewletî biaxive û wek NY jî ew dê alîkariyên zêdetir ji Kurdistanê re bişînin.
Berî ku serdana Kurdistanê bikin, Sekreterê Giştî yê NY, Serokê Banka Navdewletî û Serokê Banka Îslamî serdana Iraqê kiribûn û li Bexdayê bi rayedarên Iraqê re civiyabûn.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse