Asayişa Hewlêrê: Kesê êrişkar dê were cezakirin
Hewlêr (Rûdaw) – Asayişa Hewlêrê ragihand, ew dê lêkolîn û lidûvçûnê li ser êrişa kesekî bo ser mamostayekî navsal bikin, ku di xwepêşandana doh a Hewlêrê de çê bibû û tekez dike: “Ew kesê ku êriş kiriye, her kesek be û di her pile û postekê de be, dê rastî yasayê were kirin û divê were cezakirin.”
Rêveberê Asayişa Hewlêrê, Tariq Nûrî li ser bûyera doh a di xwepêşandana mamostayên Hewlêrê de, ku kesekî êrişî mamostayekî bi temen kirinbû bi pênan lêdabû, ji Rûdawê re ragihand, ew lêkolînê derbarê wê bûyerê û wê wêneyê de bikin, ku li ser torên civakî hatiye belavkirin û têde kesek êrişî xwepêşanderekî bi temen dike û li wî dide.
Rêveberê Asayişa Hewlêrê herwiha got: “Em bi xwe dê lidûvçûneke hûr û kûr bo vê mijarê bikin, ew kesê ku pên avêtiye, di her pile û postekê de be, dê rastî yasayê were kirin û divê were cezakirin, çimku sivikatî bi ti awayekê nayê qebûlkirin.”
Doh Yekşemî 25ê Adara 2018ê, weke parêzgehên Silêmanî, Helebce û Duhokê, li Hewlêrê jî hejmarek mamosta û fermanberên hikûmetê weke nerazîbûn li hember kêmiya mûçeyan û sîstema kêmkirina mûçeyan, xwepêşandan kirin. Herwiha di xwepêşandanê de alozî di navbera hinek ji xwepêşanderan û hêzên ewlekariyê de çê bû.
Piştî bi dawî hatina xwepêşandanê, çend wêne û vîdeo li ser torên civakî hatin belavkirin, ku têde tê nîşandan kesek ku cilûbergên sivîl li ber e, bi pênan û zileyan li xwepêşanderekî navsal dide.
Çend çalakvanan li ser torên civakî dane xuyakirin, ku kesê rastî lêdanê hatiye, mamosta bûye.