Êlih - Ji ber pîrozbahiyên Newrozê 5 kes hatin desteserkirin

26-03-2024
RÛDAW
Nîşan Êlih Newroz Desteserkirin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Êlihê, bi hinceta bûyerên di dema pîrozbahiyên Newrozê de, 5 kes hatin desteserkirin.

Parêzgariya Êlihê ragihand ku Serdozgeriya Komarê ya Êlihê bi hinceta piştî pîrozbahiya Newrozê “bi navê PKKyê çalakî hatiye lidarxistin” lêpirsîn hat despêkirin.

Tê îdiakirin ku hinek kesan, li kolanê rê girt, kevir avêtin otomobîla polîsan û fîşekên hewayî teqandîn.

Li gorî daxuyaniyê, di encamê lêpirsînê de, tîmên Rêveberiya Ewlehiyê ya Êlihê û Hêzên Taybet îro di oparasyoneke hevdem de 5 kesên bi navê S.A., B.E., Î.M., O.B. û M.A.  desteser kirin.

Hat ragihand ku lêpirsînên wan kesan li Navenda Ewlehiyê ya Êlihê  berdewam dikin.

Di dema pîrozbahiyên Newrozê yên ji aliyê DEM Partiyê ve hatîn lidarxistin de li Tirkiye û Bakurê Kurdistan bi hincetên cuda bi sedan kes hatin desteserkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst