Rojhilatê Kurdistanê bi dijwarî hat bombebarankirin
Hewlêr (Rûdaw) - Li gorî agahiyên destpêkê, li parêzgehên Kirmaşan, Hemedan û Loristanê yên Rojhilatê Kurdistanê gelek cih hatin bombebarankirin.
Hat diyarkirin ku di bombebaranan de xalên stratejîk ên wan her sê parêzgehan hatine hedefgirtin.
Li Kirmaşanê 7 teqînên bihêz
Îro li derdora saet 12:00an, 7 teqînên bihêz parêzgeha Kirmaşanê ya Rojhilatê Kurdistanê hejand.
Hevdemî wan bombebaranan, li bajarê Hemedanê yê Rojhilatê Kurdistanê jî teqîneke bihêz çêbû.
Heya niha medya û rayedarên Îranê ew bombebaran piştrast nekiriye.
Loristan bi giranî hate bombebarankirin
Her wiha îro parêzgeha Loristanê jî ji aliyê Amerîka û Îsraîlê ve bi giranî hate bombebarankirin.
Piştî êrişan dîmenên vîdeoyî yên hinek bombebaranên giran ên li Loristana Rojhilatê Kurdistanê hatin belavkirin.