Leyla Zana: Şehîdketina Pêşmergeyan ji bo gelê me xemeke mezin e
Hewlêr (Rûdaw) - Siyasetmedar Kurd Leyla Zanayê ji Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî re sersaxî xwest.
Leyla Zanayê diyar kir ku şehîdketina Pêşmergeyan ji bo hemû gelê Kurd xemeke mezin e.
Siyasetmedara Kurd Leyla Zanayê ji ber şehîdketina 6 Pêşmergeyan û birîndarbûna 30 pêşmergeyên din ên di êrişên mûşekî yên Îranê de sersaxî da Mesrûr Barzanî.
"Ev xeme ji bo hemû gelê me ye"
Li gorî daxuyaniya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, Leyla Zanayê di peyama xwe de wiha got:
"Me bi xembariyeke mezin xebera şehîdketina 6 Pêşmergeyên qehreman û birîndarbûna 30 pêşmergeyên din bihîst.
Ev xemeke mezin e, ne tenê ji bo malbatên wan, di heman demê de ji bo hemû gelê me ye."
Leyla Zanayê sersaxî û hevsoziya xwe ya ji bo malbatên Pêşmergeyan, Mesrûr Barzanî û hemû pêşmergeyan anî zimên.
Wê her wiha ji bo birîndaran daxwaza şîfaya bilez kir û destnîşan kir ku bîranîna şehîdan dê di dilê gel de her tim bijî û rêya wan dê bidome.
Bersiva Mesrûr Barzanî
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ji bo vê hevsoziyê spasiya Leyla Zanayê kir.
Mesrûr Barzanî diyar kir ku şehîd her tim di dilê gelê Kurdistanê de zindî ne û anî zimên:
"Rêbaza wan didome û serkeftin dê her ya gelê Kurdistanê be."