Coş û kelecana Newroza îsal di siya desteserkirin û operasyonan de ma

Hewlêr (Rûdaw) - Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê coş û kelecana Newroza îsal di siya desteserkirin û operasyonan de ma.

Li gorî zanyariyan di operasyonan de 209 kes hatin desteserkirin û ji wan 27 hatin girtin.

Jinên ji navçeya Elkê ya Şirnexê tarîtiya şevê bi meşaleyên xwe yên Newrozê ronî kir.

Wan bi govend û dîlanan sala nû ya Kurdan pêşwazî kir.

Di roja dawî ya pîrozbahiyan de li navçeya Qilebanê ya Şirnexê jî agirê Newrozê hate geşkirin.

Baran û heriyê nekarî bibe astengî li pêşiya coş û kêfxweşiya keç û xortan.

Dirûşma sereke ya pîrozbahiyan yekîtî û yekrêziya Kurdan bû.

Dîmenên ahengê bi awayekî taybet ji bo Rûdawê hatin şandin.

Parlamenterê DEM Partiyê Mehmet Zekî Îrmez bal kişand ser girîngiya statuyê û got:

“Li Rojhilata Navîn heta ku Kurd azad nebin û li erdnîgariya her çar parçeyên Kurdistanê nebin xwedî statu, alozî, şer û tevlîhevî kêm nabin.”

209 kes hatin desteserkirin

Lê coş û kelecana Newroza îsal di siya girtin û desteserkirinan de ma.

Hêzên ewlehiyê yên Tirkiyeyê piştî ahengan bi hinceta “propagandaya rêxistinê” li seranserê Tirkiye û Bakurê Kurdistanê li dijî beşdarên Newrozê dest bi operasyonê kir.

Wezîrê Karên Navxwe yê Tirkiyeyê çarşemê ragihand ku di wan operasyonan de 209 kes hatine desteserkirin.

Li gorî amaran herî kêm 27 kes ji wan hatine girtin.

DEM Partî balê dikişîne ser pêvajoya çareseriyê û ji ber “operasyonên Newrozê” rexneyan li hikûmetê digire.

"Ev yek ligel pêvajoyê nagunce"

Wekîla Serokê Koma DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyîgîtê nerazîbûna xwe wiha anî zimên:

“Em li ser wê yekê nîqaşê dikin ku Newroz bibe cejneke fermî.

Di demeke wilo de pirsîna pirsên wekî ‘Tu çima çûyî Cejna Newrozê, te çima govend gerandiye û te çima şala kesk, sor û zer girê daye’ ne fêmkirina pêvajoyê ye.

Ev ne fêmkirina biratiyê ye û nerîneke derbarê paşerojê de li xwe nagire.

Li vê derê bêtehamulî heye û ev yek li gel pêvajoyê nagunce.”

Îsal li 53 navendên Tirkiye û Bakurê Kurdistan ahengên Newrozê hatin sazkirin.

Pîrozbahî 11ê Adarê dest pê kir û 25ê Adarê bi dawî bû.