Mesrûr Barzanî çû serdana Pêşmergeyên birîndar

Hewlêr (Rûdaw) - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî çû serdana Pêşmergeyên birîndar û Wezîrê Tenduristiyê erkdar kir ku "her çi pêwîst be ji bo dermankirina wan bikin."

Berê sibeha 24ê Adara 2026an, Îranê bi mûşekan êrişî Fermandariya Herêma 1ê ya Pêşmerge ya li Îdareya Serbixwe ya Soranê kiribû.

Di encama wê êrişa mûşekî de 6 Pêşmerge şehîd ketibûn û zêdetirî 30 Pêşmergeyên din jî birîndar bûn.

Silavên Serok Barzanî gihandin wan

Mesrûr Barzanî îro li nexweşxaneyeke Hewlêrê serdana birîndaran kir.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî "silav û rêzên Serok Mesûd Barzanî gihandin wan, rewşa wan a tenduristiyê pirsî û hêviya başbûna bi lez ji bo wan xwest."

Li gorî daxuyaniya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, Mesrûr Barzanî Wezîrê Tenduristiyê yê Herêma Kurdistanê erkdar kiriye da ku "her çi pêwîst be ji bo dermankirina wan bikin."