Tom Barrack: Êrişên Îranê yên li Herêma Kurdistanê ne rewa ne
Hewlêr (Rûdaw) - Nûnerê Taybet ê Amerîkayê yê Kar û Barên Sûriyeyê û Balyozê Amerîkayê yê Tirkiyeyê Tom Barrack ragihand ku êrişên dawiyê yên Îranê yên li Herêma Kurdistanê ne rewa ne û diyar kir ku ti rewabûnên mîlîsên nêzîkî Îranê jî nînin.
Tom Barrack her wiha eşkere kir ku wî peyama Serokê Amerîkayê Donald Trump gihandiye Serokwezîr Mesrûr Barzanî ku ew peyam ji bo parastina ewlehiya Herêma Kurdistanê bû.
Barrack pirsa nûçegihanê Rûdawê Diyar Kurde ya li ser êrişên çend rojên borî yên Îranê yên li Herêma Kurdistanê bersivand.
Di wan êrişan de 6 Pêşmerge şehîd ketibûn û 30 Pêşmerge jî birîndar bûbûn.
Tom Barrack li ser van êrişan got:
"Ti rewabûna wan êrişan nîne. Hemû mîlîsên ku pêywendiya wan bi Îranê re heye ne rewa ne."
Alîkariya ji bo hevpeymanan
Tom Barrack li ser helwesta welatê xwe ya ji bo parastina hevpeymanan jî axivî û tekez kir ku alîkariyên wan didomin û anî ziman:
"Em di warê dabînkirina yekîneyan de her tiştî dikin.
Em ji bo hevpeymanên xwe kel û pel û çekan dabîn dikin."
Peyama Washingtonê ya ji bo Bexdayê
Tom Barrack her wiha diyar kir ku Washington helwesteke cidîtir ji Bexdayê dixwaze û da zanîn:
"Peyama me ya ji bo hikûmeta Îraqê zelal e.
Me ji wan re gotiye ku divê ew li hemberî wan êrişan li gel me bihêztir û tundtir bin."
Tom Barrack li ser hevdîtina xwe ya bi Mesrûr Barzanî re jî axivî û anî ziman:
"Doh min ev gotûbêj bi Barzanî re kir.
Min peyam û piştgiriya Serok Trump a ji bo parastina ewlehiyê gihandiyê."