Saziyên sivîl: Kongreya Amedê bo berjewendiya HDPê ye

27-04-2015
RÛDAW
Rûdaw
Rûdaw
A+ A-

Amed (Rûdaw)- Amadekariyên kongreya jinûveavakirina Kobanî ku biryar e herdu rojên 2 û 3yê meha Gulanê li bajarê Amedê yê Bakurê Kurdistanê bê lidarxistin, berdewam dikin, lê nûnerên saziyên sivîl li bajarê Kobanî dibêjin bo berjewendiyên HDPê yên hilbijartinan e.


Lê eger tevahiya alî û rêxistinên kurdî li ser şerê li hember DAIŞê û girîngiya kontrolkirina bajar û herêma Kobanî beriya niha yekdeng û yekhelwest bûn, niha nêrîn û helwestên cuda derbarê biryarên Rêveberiya Xweser û berpirsên wê li Kobanî derdikevin.


Komîteya amadekar a Kongreyê dibêje ku armanc û mebestên kongreyê diyarkirina rewşa Kobanî û daxwaza alîkariyê di avakirina wê de ne.


Lê rexnegirên biryarên Rêveberiya Xweser û reftara wê di rêvebirina karûbarên bajêr de Rêveberiyê bi wê yekê tohmetbar dikin ku dixwaze rewşa Kobanî bi biryarên tekrew û yek alî ji bo perjewendiyên xwe bikar bîne.


Derbarê helbijartina bajarê Amedê ji bo lidarxistina Kongreyê, komîteya amadekar diyar dike ku şarederiya Amedê bi xwe, pêşinyar kiriye ku ew lidarxistina Kongreyê li xwe bigre.


Lê nûnerên saziyên sivîl li bajarê Kobanî dibêjin ku biryara lidarxistina kongreyê li Amedê ji bo ajandayên partîtî yên HDPê û berjewendiyên wê yên helbijartinên Tirkiyeyê hatiye dayin.


Li gorî amarên destpêkê, di şerê di navbera çekdarên DAIŞê û hêzên Kurdî ji YPGê û Pêşmerge û bi piştevaniya firokeyên Hevpeymana Navdewletî ku derdora 4 merhan li ber xwe dabû, derdora 3000 avahî li nav bajarê Kobanî têk çûne, ku ji wan 1206 avahî bi temamî herifî ne, 1169 avahî bi şêweyekî  beşikî herifî ne û 700 kortên mezin ku şûna top û bombeyan in li nav bajêr hene.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst