Mihemedê Hacî Mehmûd: Heya Heşda Şeibî hebe pirsgirel nayên çareserkirin

26-04-2016
RÛDAW
Rûdaw
Rûdaw
A+ A-

London (Rûdaw) - Sekreterê Giştî yê Partiya Sosyalîst Demokrat a Kurdistanê (PSDK) Mihemedê Hacî Mehmûd derbarê şerê li Xûrmatû de ragihand ku heya dema ku Heşda Şeibî li wê deverê hebe, pirsgirêk nayêne çareserkirin.

Sekreterê Giştî yê PSDKê Mihemedê Hacî Mehmûd di dema beşdarîkirina konferansa zanîngeha Cambridge de li Londonê ku li ser şerê dijî DAIŞê hatibû lidarxistin ji rûdawê re nerîna xwe bo çareseriya aloziyên li Xurmatû anî ziman.

Mihemedê Hacî Mehmûd amaje kir ku Heşda Şeibî hêzeke nehêz e û got: "Heya dema ku Heşda Şeibî li devera Xurmatû hebe, pirsgirek nayên çareserkirin."

Hacî Mehmûd derbarê serxwebûna Başûrê Kurdistanê de jî got, partiyên siyasî wê kerta bihêz bi navê xwe bi kar tînin, lê divê hevnîştimanî biryarê li ser çarenivîsa xwe bidin.

Herwiha di derbarê pirsgirêkên Bexdayê de Mihemedê Hacî Mehmûd da xuyakirin ku di demekê de ku metirsî li ser jiyana parlamentaran li Bexda heye, divê vegerin û ew jî dibe kartek bihêz li dijî Bexd û bila aliyek daxwaza vegerê li kurdan bike, wê demê ew vegerin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst