Komîsyona Bilind a Fetwa ya Kurdistanê: Şofêrtiya jinan ne heram e
Hewlêr (Rûdaw) – Komîsyona Bilind a Fetwa ya Herêma Kurdistanê ragihand, ew fetwayên ku dibêjin “şofêtiya jinana heram e” ne rast in û ligel rastiya Kurdistanê naguncin.
Ev demeke li Herêma Kurdistanê namîlkeyek (broşur) hatiye belavkirin, ku tê de tê gotin “Jin nikarin otomobîlê bajon û şofêrtiya wan heram e.” Ev namîlke bi zimanê erebî hatiye nivîsandin û ji bo kurdî hatiye wergerandin.
Endamê Komîsyona Bilind a Fetwa ya Herêma Kurdistanê Ehmed Şafîî derbarê vê yekê de liser malpera Yekîtiya Zanayên Ayîna Îslamî ya Kuridstanê daxuyaniyek weşandiye û dibêje; “Fetwayên bi vî awayî ji bo welatê Erebîstana Siûdî hatine derxistin. Ti pêwendiya wan bi Herêma Kurdistanê re nîne. Ev fetwa dûrê rastiyê ye û ligel şert û mercên Kurdistanê nagunce.”
Ehmed Şafîî diyar dike, belavkirina gotin û fetwayên wiha ti xizmeta civakê û prensîbên ola îslamê jî nake û ev yek jî “destwerdana serweriya welatekê” ye.
Şafîî dide xuyakirin, ku belavkirina gotinên wiha dibe sedema alozkirin û nearamiya civakê û daxwaz ji Wezareta Rewşenbîrî jî dike da ku destûrê nede belavkirina namîlkeyên wiha.
Endamê Komîsyona Bilind a Fetwa ya Herêma Kurdistanê Ehmed Şafîî dibêje; “Derbarê heramkirina şofêriya jinan de ti belgeyeke olî nîne. Di Qur’ana pîroz û sinneta Pêxwenberê Xwedê de jî li ser vê yekê ti belge nînin. Lewma mirov nikare pişta xwe bi van fetwayan ve girêbide. Ev bi temamî xeyalî ne û ji mezinbûna hizrî ya ola îslamê dûr e.”
Hevdem Yekgirtina Xuşkên Îslamî ya Kurdistanê jî derbarê vê yekê de bi daxuyaniyekê diyar kir; “Ji me re gelek ecêb e, ku bi tevê derbasbûna ev hinde dem, rola jinan ya di hemû warên jiyanê de, hinek kes wê heqê ji xwe re dibînin û bi navê ola îslamê gotinên wiha dikin namîlke û belav dikin.”
Yekgirtina Xuşkên Îslamî daxuyand; “Li Erebîstana Sinûdî jî ku welatekê girtî ye, ev rewş hatiye derbaskirin û jin dikarin şofêriyê bikin. Em fetwayên wiha yên bê bingeh red dikin. Jinên Kurdistanê di hemû warên jiyana siyasî, civakî, zanistî û pişeyî de pêşveçûneke mezin bidetxistine.”
Namîlkeya navborî di bin navê “Fetwaya zanayên mezin ên derbarê heramkirina şofêrtiya jinan” de hatiye belavkirin. Namîlke bi îmzeya 10 zanayên olî yên Erebîstana Siûdî ve hatiye nivîsandin û kesekê bi navê Ebdullah Xalid jî wergerandiye ser zimanê kurdî.