Li Bakurê Kurdistanê ‘Bûka Digrî’ vebûn

Hewlêr (Rûdaw) - Li Bedlîsa Bakurê Kurdistanê Gulnixwînên ku mizgîniya biharê ne vebûn û çiya bi rengê xwe yên xweşik û balkêş xemilandin.

Gulnixwîn ku di nav gel de wek “Bûka Digrî” jî tê naskirin, demsala biharê li deverên çiyayî yên Bakurê Kurdistanê çêdibin û bi rengên xwe xwazeyê dixemilînin.

Li parêzgeha Bedlîsê ligel werîna berfê Gulnixwîn vebûn û çiya xemilandin.

Ji ber li parêzgehên wek Bedlîs û Colemêrgê û gelekên din zivistan dûr û dirêj û berfeke zêde heye, ji Gulnixwînan re dibêjin mizgîniya biharê.

Wênegir jî bo van dîmenên xweşik û balkêş ji dest nedin diçin ser wan çiyayan û wêneyên Gulnixwînan digrin.