KURDISTAN – Ew keça 16 salî tuba gazê pêde teqiya û canê xwe ji dest da
Hewlêr (Rûdaw) – Keçeke Kurd a 16 salî li navçeya Soranê ya parêzgeha Hewlêrê tuba gazê pêde teqiya û beşeke zêde ya laşê wê şewitî. Tevî ku ji bo dermankirinê rakirin nexweşxaneyê, lê ji ber rêjeya zêde ya şewitîna laşê xwe, wê keçê îro jiyana xwe ji dest da.
Navê wê keça 16 salî “Hozan Mistefa Seîd” û nişteciha gundê Lêlkan ê qezaya Sîdekanê ya ser bi Îdareya Xweser a Soranê ve bû.
Bûyer duh Sêşemê li gundê Lêlkanê çêbûye û li gor agahiyan, dema ku ew keç mijûlî amadekirina xwarinê bûye, tuba gazê teqiyaye.
Berdevkê Polîsê Soranê, Şemal Dêwarî derbarê bûyerê de ji Rûdawê re ragihand, “di dema amadekirina xwarina êvarê de tuba gazê pêde teqiyaye û di encam de beşeke zêde ji laşê wê şewitîbû.”
Bi gotina Berdevkê Polîsê Soranê, ji ber rêjeya zêde ya şewitîna laşê xwe, wê keçê îro Çarşemê 26ê Nîsanê li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da.
Li gor zanyariyên Rûdawê, sê bira û du xûşkên Hozanê hene.