Ji şirketa Amedî Lîla Kozmetîkê surprîzeke nû: Êdî dê dermanan jî çêbike

Antalya (Rûdaw) - Xwediyê Kompanyaya Lîla Kozmetîkê Mehmet Cansiz ragihand ku ji bilî berhemenên bedewkariyê êw dê êdî derman û vîtamînan jî çêbikin.

Kompanyaya Kurd Lîla Kozmetîk kompanyayeke bedewkariyê ye û zêdetir boyaxa poran berhem tîne.

Xwediyê kompanyayê Mehmet Cansiz ji Ameda Bakurê Kurdistanê ye û kompanya niha berhemên xwe dişîne 54 welatên.

Îsal ji bo salvegera 22yemîn a damezrandina kompanyaya Lîla Kozmetîkê li bajarê Antalyayê bi beşdariya 600 kesî festivaleke taybet hate lidarxistin.

"Îsal me surprîzeke nû heye"

Xwediyê Lîla Kozmetîkê Mehmet Cansiz li ser projeyên xwe yên nû wiha got:

"Îsal me surprîzeke nû heye. Em amadekariyê li ser Lîla Fîx Farmayê dikin. Me heta niha berhemên bedewkariyê amade kirin.

Em êdî dê berhemên ji bo tenduristiyê jî amade bikin, îlac û vîtamînên nû dê bi navê Lila Farma amade bikin."

Di festivalê de lansamana beşek berhemên nû yên kompanyaya Lîla Kozmetikê hate kirin.

Heman demê di navbera dîzaynerên poran de jî pêşbaziyek hat kirin.

Ji bo festivala îsal ji Başur û Bakurê Kurdistanê, iraq û ji welatên Kendavê û Asya, Rojhila Navîn nunerên kompanyayê amade bûn.

"Berhemên wê gelekî baş in"

Birêveberê Kompanyaya Paynazê Xebat Nesredîn li ser berhemên Lîla Kozmetîkê xiha axivî:

"Ji bo me zor giring ku ev kompnayaya hinde mezin û bipêşketî li bajarê Ameda xoşewîst e.

Berhemên wê gelekî baş in. Xelkê ku bi kar tîne piştî bikaranînê gelekî jê razî ne."

"Em ji berhemên wê gelekî razî ne"

Beşdara bi navê Fêruz ku ji Îranê beşdarî festîvalê bûye kêfxweşiya xwe wiha anî zimên:

"Ev cara duyem e ez beşdarî vê festivalê dibim. Ez û xwişka xwe hatine, em gelekî kêfxweş in.

Ez û hevjîn û zarokên xwe em çend sal in berhemên vê kompanyayê bi kar tînin û em gelek jê razî ne."

Beşdareke din a ji Îranê Sanaz Emîniyê wiha got:

İşev şeveke wekî xewnan e. Festîvala Lîla Fix bi rê ve diçe. Ez jî ji Îranê beşdar dibim.

Di gel hevalê xwe em xwedî salona bedewkariyê ne. Ji bo me li Antalya şeveke wekî xewnê ye."

Festivala Lîla Kozmetîkê li navçeya Belekê ya Antalyayê li yek ji otelên herî mezin a navçeyê hate lidarxistin.