Li Agiriyê lehî rabû: Hinek xanî û zevî di bin avê de man
Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Agiriyê ya Bakurê Kurdistanê piştî ku baran zêde barî, ava Çemê Badîşanê rabû û hinek xanî û zevî di bin avê de man.
Li navçeya Panosê ya Agiriyê piştî ku baran zêde barî, ava Çemê Badîşanê rabû.
Ji ber ku ava çêm rabû hinek xanî û zevî di bin avê de man.
Li ser telîmata Şaredarê Panosê Abdulhalîk Taşkin ekîbên şaredariyê dest bi xebetê kir.
Her wiha ji ber baranê li ser rêya hinek gundan hezaz çêbû û ekîbên AFADê ji bo lêkolînê çûn herêmê.
Di heman demê de lehiyê zerer da hinek malên li gundekî Bazîdê jî.