Hewlêr (Rûdaw) - Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) ragihand ku ew dibînin ku tovê kar û xebatan li Rojavayê Kurdistanê şîn dibe.
Bi serperiştiya ENKS û PYNKyê bi beşdariya 400 delegeyan Konferansa Yekrêzî û Yekhelwesta Kurdî ya Rojavayê Kurdistanê li bajarê Qamişloyê tê lidarxistin.
Gelek partî û rêxistinên Kurdan peyamên piştgiriyê ji konferansê re şandin.
Hevserokê KNKyê Zeyneb Mûrad jî beşdarî “Konferansa Yekrêzî û Yekhelwesta Kurdî li Rojavayê Kurdistanê” bû û axivî.
Zeyneb Mûradê amaje bi wê yekê kir ku tovê kar û xebatan li Rojavayê Kurdistanê şîn dibe û got:
“Berxwedana Kobaniyê hemû gelê me anî cem hev, gelê me îro jî bi hev re ye.”
Bi gotina Zeyneb Mûradê ev konferans di encama kar û xebatên dûr û dirêj de hatiye pêk anîn.
Zeyneb Mûradê her wiha got ku aliyekî kar û xebatan wan wekî Kongeraya Netweyî ya Kurdistanê daye meşandin.
Hevserokê KNKyê Zeyneb Mûradê wiha got:
“Konferansê wateyeke dîrokî heye”
Zeyneb Mûradê lidarxistina konferansê pîroz kir û got ku ev konferans di demeke dîrokî de tê lidarxistin û got:
“Wataya dîrokî dê ne tenê ji bo Rojavayê Kurdistanê hebe, her wiha dê ji bo tevahiya Kurdistanê hebe.
Ji ber ku meseleya yekîtiya neteweyî û yekrêziya aliyên siyasî bi salan e di rojeva me deye.
Kar û xebatê gelekî berfireh ji bo vê hatine meşandin.
Wekî hûn jî baş dizanin aliyekî kar û xebatan wekî Kongeraya Netweyî ya Kurdistanê me daye meşandin.
Em bi dilxweşî û serbilindî tovê wê bingehê îro li Rojavayê Kurdistanê dibînin.
Rojavayê Kurdistanê çawa destpêka şoreşê û di berxwedana Kobaniyê de hemû gelê me anî ba hev, gelê me îro jî bi hev re ye.
Lewma em spasiya gelê me û hemû hêzên siyasî yên Rojavayê Kurdistanê dikin.
“Her çar aliyê Kurdistanê bi qonaxeke gelekî hestyar re derbas dibin”
Em dizanîn her çar aliyê Kurdistanê bi qonaxeke gelekî hestyar re derbas dibin û guherînin mezin hene.
Ew welatên em tê de dijîn siyaseteke bi şiklî heye lê tenê gelê Kurd xwedî projeya çareseriyê ye.
Ev konferans bê guman wekî hevalan anî ziman di encama kar û xebatên berfireh de pêk hatiye ku îro me li vir kom bûne.
Em hêvî dikin ku ev konferans bibe bingehek ji bo her sê aliyên din ên Kurdistanê ku em di nav xwe de nîqaşîn berfireh neteweyî bikin û bigihêjin encamekê destkeftiyan mezin bikin û wan biparêzin.”
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse