Li Girê Spî teqîn: 2 leşkerên Sûriyeyê hatin kuştin

Hewlêr (Rûdaw) - Li herêma Girê Spî ya Rojavayê Kurdistanê, mîneke çandî bi hêzên hikûmeta Sûriyeyê ve teqiya û di encamê de 2 leşker mirin.

Li gorî medyaya nêzîkî hikûmeta Sûriyeyê, îro i gundewarê rojavayê Girê Spî yê li bakurê Reqayê, mîneke çandî bi hêzeke hikûmeta Sûriyeyê ve teqiyaye.

Hat diyarkirin ku di teqînê de 2 leşkerên Artêşa Ereban a Sûriyeyê hatine kuştin.

Wezareta Parastinê ya Sûriyeyê heta niha derbarê vê bûyerê ti daxuyaniyên fermî nedane.