Li ser sînor mûcîzeya xwezayê: Kaniya Spî piştî 7 salan teqiya
Hewlêr (Rûdaw) - Kaniya Spî ya ku li ser sînorê Başûrê Kurdistanê ye, piştî 7 salan ji hişkesaliyê careke din teqiya.
Ava kaniyê ku bi bereketa baran û berfa îsal bi gur diherike, ji bo gundê Êkmalê yê navçeya Qilabanê ya Şirnexê bûye çavkaniya jiyanê.
Welatiyê bi navê Şêxmûs Sak kêfxweşiya xwe anî ziman û got:
“Xwedê îsal kerem li gel me kir û av û derav zêde bûne. Ev 7 sal in ev av ziwa bûbû û nedihat.
Îsal Xwedê kerem kir û spas ji Xwedê re ku kanî careke din teqiya.
Dibêjin ev Kaniya Spî ya Fileyan e, Fileyên Lêvo.
Fileyên Lêvo berê li vê derê bûn û dihatin vê derê, ev zevî ji xwe re dikêlan û dikirin; genim, birinc, tûtin û tehle.
Piştre payîzê malên xwe bar dikirin û diçûn. Ew niha çûne welatên din û ev ax di destê me de maye.
Em jî ax û milkên wan ji xwe re dikêlin û ajeldariyê li ser dikin.”
Çavkaniyeke sereke ya ava vexwarinê bû
Ji bilî ku çavkaniyeke sereke ya ava vexwarinê bû, xelkê gund beşeke mezin a bax û bostanên xwe û ajelên xwe jî li ber ava vê kaniyê av didan.
Ji ber ziwabûna kaniyê piraniya wan zeviyan beyar mabûn û ajel jî bê av mabûn.
Xelkê gund bi hêvî ne ku teqîna kaniyê dê îsal sûdeke mezin bigihîne wan.
Welatiyekî din ê gundê Êkmalê, Hisên Sak jî got, “Ev zêdetirî 100 sal in em li ser vî gundî ne.
Berê File li vî gundî bûn. Em niha li Kaniya Spî ne û ev kanî ya Fileyan e. Karê vî gundî li ser ajeldarî û çandiniyê ye.
Jiyana me li ser wan e. Îsal Xwedê xweşî daye û av û deravên me zêde bûne. Spas ji Xwedê re. Xweşî ev e.”
Ji neçarî 14 kîlometreyan xet kişandibûn
Ji ber ziwabûna Kaniya Spî û çavkaniyên din ên avê, gundiyan sala borî ji neçarî û ji dûrahiya 14 kîlometreyan xeteke ava vexwarinê kişandibûn gundê xwe.
Gundê Êkmalê ji 120 malan pêk tê û ji aliyê cografî ve nêzîkî gundê Nizorê yê girêdayî bajarokê Batîfayê yê Îdareya Serbixwe ya Zaxoyê ye.