Luqman Werdî: Pêwendiyên siyasî yên PDK û YNKyê gihîştine xala asêbûnê
Hewlêr (Rûdaw) - Endamê Serkirdayetiya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Luqman Werdî ragihand ku niha pêwendiyên siyasî yên navbera YNK û PDKyê gihîştine xala dawî û ti gotûbêj di navbera wan de nînin.
Li gel vê yekê, Luqman Werdî diyar kir ku YNK amade ye bi "kaxezeke nû" dest bi dan û standinan bike.
Pêwendiyên asêbûyî û hewlên berê
Luqman Werdî beşdarî bultena saet 12:00an a Tora Medyayî ya Rûdawê bû ku Senger Ebdulrehman pêşkêş dike. Werdî li ser pêwendiya her du partiyan axivî û got:
"Niha ti pêwendiya siyasî di navbera YNK û PDKyê de nîne.
Ti gotûbêj nîne, tenê heke hêzeke navneteweyî yan herêmî bikeve navbera me.
Lê em vê yekê wekî karekî rewa nabînin û divê em bi xwe li gel hev rûnên."
Werdî li ser hewlên berê yên YNKyê yên ji bo kêmkirina aloziyan eşkere kir ku Serokê YNKyê Bafil Talebanî ji bo gihîştina rêkeftinê 16 caran serdana Serok Mesûd Barzanî kiriye.
Werdî wiha li pey çû, "Tenê berî aloziyên dawî yên li herêmê, Serok Bafil sê caran li gel Birêz Kak Mesûd rûnişt.
Di du rûniştinan de Kak Nêçîrvan Barzanî û Kak Qubad Talebanî jî amade bûn lê PDK ji bo rêkeftinê amade nebû."
Balansa hêzê û Nifşê Nû
Wî berpirsê YNKyê amaje bi wê yekê kir ku wan di hilbijartina cîgirê serokê parlamentoyê de dengê xwe daye namzedê PDKyê lê PDK di pirsa serokkomariyê de amade nebûye piştgiriya namzedê YNKyê bike.
Luqman Werdî qal kir ku PDK ji ber ku 39 kursiyên wê hene dixwaze hegemoniya xwe bisepîne lê rewş guheriye û got:
"Niha em û Nifşê Nû li gel hev têgihîştina me heye û em xwediyê 38 kursiyan in.
Li hemberî 39 kursiyên PDKyê, niha wextê wê ye ku balansa hêzê were rastkirin û postên hikûmetê bi dadperwerî werin dabeşkirin."
"Hilbijartina nû ne rasteqînî ye"
Luqman Werdî li ser gotegotên ducarekirina hilbijartina Parlamentoya Kurdistanê, ev yek wekî tiştekî ne rasteqînî pênase kir.
Serkirdeyê YNKyê di berdewamiyê jî de got, "Heke sê hilbijartinên din jî werin kirin, dê encam her ew be ku em neçar bin li ser maseya gotûbêjan rûnên."
Luqman Werdî diyar kir ku tevî qutbûna pêwendiyan jî YNKyê deriyê gotûbêjan negirtiye.
Wî anî zimên ku ew amade ne bi "kaxezeke nû ya dan û standinan" dest pê bikin, çimkî pêwendiya her du hêzan ji bo berjewendiya xelkê Kurdistanê nabe bi temamî biqete lê "pêwîst e aliyê beramber jî amadehiya xwe nîşan bide."
Zêdetirî salek û nîv e ku hilbijartina Parlamentoya Kurdistanê hatiye kirin lê ji ber nakokiyên YNK û PDKyê yên li ser postan, heta niha kabîneya nû ya hikûmetê nehatiye avakirin.