Dosyeya Hecac Tikrîtî sewqî Dadgeha Bilind a Tawanan hat kirin

Hewlêr (Rûdaw) - Dosyeya Hecac Ehmed Herdan, yek ji gumanbarên sereke yên dosyeya Enfalê, sewqî Dadgeha Bilind a Tawanan hat kirin.

Birêvebirê Monûmenta Enfalê ya li Çemçemalê Habil Ehmed li ser darizandina Hecac Tikrîtî ji Rûdawê re şitexilî.

Habil Ehmed diyar kir ku Hecac li sûcên xwe mikur hatiye û di demeke nêzîk de roja darizandina wî tê diyarkirin.

Li sûcên xwe mikur hatiye

Habil Ehmed daxuyand ku dosyeya Hecac Ehmed Herdan sewqî Dadgeha Bilind a Tawanan hatiye kirin.

Ev dadgeh ji bo wan tawanên ku ji sala 1963yan heta rûxandina rejîma Beisê ya sala 2003yan hatine kirin hatiye avakirin.

Birêvebirê Monûmenta Enfalê qal kir ku ev dadgeh li hemû wan giliyan dinêre ku li ser vê mijarê ne.

Wî her wiha da zanîn ku dosyeyên Kurdan bi giştî, yên Feylî, Barzanî û Helebceyê jî berê sewqî vê dadgehê hatibûn kirin.

Ehmed di berdewamiyê jî de got, “Hecac Tikrîtî piştî wan tawanên ku li hemberî jin û zarokên zindana Nugre Selmanê kirine, bi xwe li sûcên xwe mikur hat.

Di demeke nêzîk de roja darizandina wî tê diyarkirin. Wê demê pêwîst hemû gilîker li wir amade bin, hem wekî gilîker û hem jî wekî şahid.”

300 kesî gilî kiriye

Sala borî 4ê Tebaxê, dagirtina formên gilîkirinê yên li dijî navborî dest pê kiribû.

Habil Ehmed diyar kir ku heta niha li Çemçemal, Germiyan û Helebceyê li ser Hecac Tikrîtî 300 gilî hatine qeydkirin.

Roja 31ê Tîrmeha 2025an girtina Hecac Ehmed Herdan Tikrîtî hatibû ragihandin. Ew di nava Kurdan de wekî "Celadê Nugre Selmanê" tê naskirin.

Celadê Nugre Selmanê

Sala 1988an di çarçoveya operasyona leşkerî ya rejîma Baisê de, pêvajoya Enfalê bi 8 qonaxan li dijî gelê Kurd dest pê kiribû.

Li gorî gotinên kesên ji qetlîamê rizgar bûne, hemû kesên ku di Enfalê de hatibûn girtin di qonaxên din de ji hev hatibûn cudakirin.

Xort ber bi çol û çalên mirinê ve hatibûn şandin. Jin, zarok û kal û pîr jî biribûn zindana Nugre Selmanê ya li başûrê Îraqê.

Ew kesên ku di zindana Nugre Selmanê de mabûn qal dikin ku rojane ji aliyê Hecac Tikrîtî ve rastî şkenceyên giran hatine.

Hate ragihandin ku hejmareke zêde ya girtiyan bi şkence û gulebarankirinê şehîd ketine.