Li Kerkûkê qezayeke dijwar a trafîkê: Mirî û birîndar hene

Hewlêr (Rûdaw) - Li dergehê bajarê Kerkûkê, li ser rêya giştî ya Silêmaniyê qezayeke dijwar a trafîkê çêbû.

Di encama lihevqelibîna barhilgirek û zêdetirî 20 otomobîlan de, 5 kes mirin û 13 kes jî birîndar bûn. Her wiha piştî lihevqelibînê şewat derket.

Berdevkê Birêvebiriya Polîsê Kerkûkê Amir Nûrî Şiwanî ji Rûdawê got, "Li ser rêya Kerkûk - Silêmaniyê qezayeke trafîkê çêbû barhilgirek li zêdetirî 20 otomobîlên din qelibî."

Li gorî amarên destpêkê yên ku Amir Nûrî dane, di vê qezayê de 5 kes mirine û 13 kes jî birîndar bûne.

Amir Nûrî diyar kir ku barhilgira veguhastina çîmentoya hişk bûye û piştî ku li otomobîlan qelibiye, agir pê ketiye.

Nasnameya mirî û birîndaran

Berdevkê Polîsê Kerkûkê li ser nasnameya kesên mirî eşkere kir ku ew ji 3 jin, mêrek û zarokekê pêk tên.

Piştî bûyerê, tîmên parastina sivîlan gihîştin cihê qezayê û ji bo kontrolkirina agir û rêlibergirtina geşbûna şewatê dest bi xebatê kir.

Tîm niha ji bo vemirandina agir dixebitin daku zerer zêdetir nebe.

Tê nûkirin...