Da nav kerî, 12 mêşin mirar kirin
Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Tetwanê ya parêzgeha Bedlîsê ya Bakurê Kurdistanê otomobîlekê da nav keriyê pez, 12 mih mirin û ajokar birîndar bû.
Otomobîla bi plakaya 35 ND 853 ya ku V.O.D. diajot, li ser rêya Bedlîs-Tetwanê da nav keriyê pez.
Di qezayê de şofêrê otomobîlê birîndar bû û 12 serî mêşin jî mirar bûn.
Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê û cendirme çûn cihê qezayê.
Şofêrê birîndar bi ambulansê sewqî Nexweşxaneya Dewletê ya Tetwanê hat kirin.
Piştî ku rê hat paqijkirin çûn û hatinê berdewam kir.