PÊVAJO - Kurd li hêviya gavên dewletê ne

Hewlêr (Rûdaw) - Kurd ji bo pêvajoya çareseriyê li benda gavên şenber ê dewletê ne.

Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) 12ê Gulanê biryarên kongreya 12an eşkere kirin.

Li gorî biryaran, “PKK hat fesixkirin, têkoşîna çekdarî qediya û xebatên li ser navê PKKyê qediyan.”

Kurd piştî van biryaran niha bendê ne ku êdî dewlet gavên yasayî biavêje û pêvajo piçekî xurttir bibe.

“Divê herî kêm 3 gav bên avêtin”

Birêvebira Navenda Lêkolînên Qadê ya Sosyo Polîtîkê Yuksel Gençê diyar kir, baweriya aliyê Kurd bi dewletê nîne û çareserî tenê bi veguherîna PKKyê nabe û divê dewlet jî biguhere.

Yuksel Gençê qala 3 gavên taybet kir û anî zimên:

“Li gorî min divê herî kêm 3 gav bên avêtin. Yek, ji bo birêvebirina pêvajoyê guhertina şertên Birêz Ocalan e.

Duyem, divê girtiyên siyasî û nexweş û girtiyên ku cezayê wan bi dawî bûye lê nehatine berdan bên berdan.

Sêyem jî bikaranîna zimanê erênî yê ku civakê ji aştiyê re amade bike.”

Akademîsyen Vahap Coşkun jî destnîşan kir ku eger dewlet hinek gavan biavêje dê piştgiriya civakî ya ji pêvajoyê re zêdetir bibe û bawerî çêbibe.

“Divê amadehiyên bingehîn ên yasayî jî bên kirin”

Vahap Coşkun amaje bi amadehiyên yasayî kir û biland:

“Berdana girtiyên nexweş, bicihanîna biryarên Dadgeha Destûrê, betalkirina biryarên qeyûman û gavên bi vî awayî dê piştgiriya civakî û baweriyê zêdetir bikin.

Lê di heman demê de divê amadehiyên bingehîn ên yasayî jî bên kirin.”

Kurd ev zêdetirî 100 salî ye ku doza mafên xwe dikin û niha deriyekî nû li ber Kurd û Tirkan vebûye.

Aliyê Kurd dibêje wan tiştê ku ketiye ser milê wan kiriye û li hêviya gavên dewletê ne.