Xelkê Kobanî şevê din li çolê razan
Kobanî (Rûdaw)- Şeva borî, gellek malbatên Kobanî ji tirsa ku çekdarên DAIŞê êrişî malên wan bikin, li derve razan.
Ev dîmenên ku di vê vîdyoyê de derdikevin, taybet in bi Rûdawê û tê de diyar dibe ku malbatên Kobanî li çolê nava daristanê bi cih bûne û li wir jî şeva xwe derbas kirine.
Jin, zarok, pîr û kalên Kobanê, piraniya wan ji tirsa ku DAIŞ derbasî malên wan bibe, ji malên xwe derketine û heta niha jî li daristanê dimînin.
Çekdarên DAIŞê duhî serê sibehê êrişî bajarê Kobanî kirin û dest danîn ser nexweşxaneya Miştenûrê û çend cihên din.
Herwiha bi dehan kes di nava malên wan de kuştin.