Mesrûr Barzanî: Divê ewlekariya deverên Kurdistanî bi hevahengî were birêvebirin
Hewlêr (Rûdaw) – Şêwirmendê Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ragihand ku divê dosyeya ewlekariya deverên Kurdistanî yên derveyî îdareya Herêma Kurdistanê bihevahengiya tevahiya aliyên têkildar were îdarekirin.
Mesrûr Barzan îro li gel Cîgirê Fermandarê Hêzên Hevpeymanan li Iraq û Sûriyê General Walter Piatt û şandeke pê re civînek pêk anî.
Li gor daxuyaniya Ofîsa Şêwirmendê Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê, di civînê de li ser pêşhatên dawî yên li deverê, pêşvebirina zêdetir a mekanîzmaya hevahengiya navbera hêzên têkildar û rûbirûbûna metirsiyên teror û terorîzimê gotûbêj hate kirin.
Di berdewamiya civînê de Mesrûr Barzanî herwiha li gel tekezkirina li ser girîngiya normalkirina rewşa deverên Kurdistanî yên derveyî îdareya Herêma Kurdistanê, hevkariya zêdetir a hêzên Pêşmerge bo pêşîgirtin ji liv û tevgerên terorîstan û rûbirûbûna metirsiyên terorîstan, behsa vê yekê jî kir ku divê dosyeya ewlekariyê ya deverên Kurdistanî yên li derveyî îdareya Herêma Kurdistanê bi hevahengiya aliyên têkildar were birêvebirin.
General Walter Paitt jî hevahengiya navbera hêzên pêşmerge di şerê dijî terorîstan de bilind nirxand û tekez kir ku hêzên hevpeymanan di warê hevkarîkirin û perwerdekirina hêzên pêşmerge de berdewam dibin.