Hejariya malbateke gundê Kêste

Hewlêr (Rûdaw) - Malbateke gundê Kêste ya ser bi parêzgeha Duhokê li Başûrê Kurdistanê, 4 nexweşên wan yên ku xwedan pêwîstiyên taybet hene. Ji ber bombebaranên Tirkyê û pevçûnên navbera arteşa Tirkyê û gerîlayên PKKê niha ew koçberî gundê Qumriyê yê heman deverê bûne û di rewşeke xirab de dijîn.

Malbata ku her tiştên xwe li gundê Kêste hiştine, niha ti çavkaniyeke wê ya jiyanê nemaye ku pê bijîn û mûçeyên wan yên çavdêriya civakî jî ji sala 2013ê ve hatiye rawestandin.

Malbateke heft kesî ne, bi çar ji wan re nexweşiya bîrkoliyê (Alzheimer) heye. Ji ber alozyên navbera gerîlayên PKKê û artêşa Tirkiyê, nêzîkî 50 roj in ji gundê xwe Kêste derbeder bûne. Xwarin, vexwarin û serûberê wan dayîk digel dû brayên wan dike.

Kes ji wan mûçe nînin. Ji sala 2013 vir de navên her çar bîrkolan bo muçeyê çavdêriya civakî hatîne tomarkirin lê ji hingî ve mûçeyên wan hatin ragirtin.

Dayîka Nexweşan Ruba Zahir dibêje “Me gundê xwe berda, niha em hatîne gundekî din.  Gundê me hat şewitandin, milkên me hate şewitandin, em hatîne gundê Qumiryê. Çar nexweş di destê min da ne, ma ez dê çi lê bikim, ti miaş nîne. Em li hêvya 20 pezî ne, ma dê bi hêvya bîst pezî ve çewa wan xwedî bikim?”

Zevî û rez yên ku li gundê Kêste hebûn hatîne şewitandin ew jî derbeder bûn. Jiyana wan li ser wê yekê ne ku nêzîkî 40 serên bizin hene. Rojên Înîyê brayê wan nêzîkî deh kîlo şîr didoşe û her kîloyekê bi bihayê hezar dînaran difroşe.

Şivanê pez Cuma Teha jî dibêje “Me gundê xwe vala kir. Dewrûberê gundê Qumiryê şewitandine, pinî mane. Me pezê xwe jî aniye Qumiryê. Çar nexweşên me hene. Dayîka min brêve dibe, ez mecbûrim bêm pez bidoşim. Ti tiştek me yê din nîne, ji vî pezî zêdetir.”

Ew malbat ji gundê Kêste devera Berwarî Bala derebder bûne li gundê Qumiryê bicih bûne, lê li wê derê jî car caren dengê topbaran û bordomanan tê wan, ew jî ji neçarî jiyana xwe derbaz dikin.