AMED - Di 2 bûyerên cuda de 2 ciwan xeniqîn
Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeyên Sûr û Gêlê yên Ameda Bakurê Kurdistanê di 2 bûyerên cuda de 2 ciwanên ku ji bo hênikbûnê ketibûn avê xeniqîn.
Bi zêdebûna germa havînê re li bajarên Bakurê Kurdistanê bûyerên xeniqînê jî zêde dibin.
Bûyera yekem li Gundê Çavşeliqiyayê ya navçeya Sûrê qewimî. Ciwanê bi navê Rojhat Polat ê 28 salî kete hêwizê avdana çandiniyê û piştî demeke kurt xeniqî.
Li ser agahdarkirina welatiyan, tîmên AFAD, Tenduristiya Lezgîn a 112an û hêzên ewlehiyê bo cihê bûyerê hatin şandin. Tîman piştî xebatekê cenazeyê Polat ji hêwiz derxistin.
Bûyereke bi heman rengî jî li navçeya Gêlê rû da. Dogan Varol ê 24 salî, ji bo hênikbûnê ket Gêlê û piştî ku avê zaroa wî bir li pêş çavan winda bû.
Tîmên lêgerîn û rizgarkirinê yên ku sewqî herêmê bûn, di encama lêgerînan de gihîştin cenazeyê Varol.
Cenazeyên her du ciwanan, Rojhat Polat û Dogan Varol, ji bo karûbarên otopsiyê ji bo Saziya Tiba Dadî ya Amedê hatin veguhestin.