Pisporên Almanî ji bo Gola Zirêbarê gihîştin Merîwanê

26-07-2014
RÛDAW
A+ A-

Merîwan (Rûdaw) – Pisporên şîrketa almanî ya bi navê Dorshce ji bo lêkolîna li ser rizgarkirina Gola Zirêbarê ya Merîwanê li Rojhilatê Kurdistanê çûn bajar û serdana golê kirin.

Gola Zirêbarê ku 3 kîlometran dûrî bajarê Merîwanê yê Rojavayê Kurdistanê ye, ev demek e ji ber ku pîsava gundên derdora golê û herrî û axa ku ji ber barîna barnê û rabûna lehiyê dirijin nav wê çavkaniyên wê rastî metirsiya miçiqandinê hatine.

Her wiha bendava ku li ser çemê Qizilcesû yê Merîwanê hatiye çêkirin jî bûye sedema wê ku zibil û pîsava zevî û rezên derdorê yekser birije nav golê. Kêmbûna baranê û tinebûna ti çavkaniyeke derekî ya golê jî metirsiya li ser golê zêdetir dikin.

Çavkaniyên Gola Zirêbar di nav wê de ne û nêzîkî 600-700 kanî ne. Ava ti çem û kaniyekî ji derve nakeve nav golê.

Li gorî malpera ÎSNA ya îranî, di çarçoveya rizgarkirina Gola Zirêbarê de îro du pisporên şîrketa almanî ya bi navê Dorshce gihîştin bajarê Merîwanê û bi qaymeqam û rayedarên din ên bajêre hevdîtin kirin.

Li gorî agahiyan di wê hevdîtinê de, qaymeqamê Merîwanî Mihemed Fellahî anî ziman ku bajarê Merîwanê bi nifûsa xwe ya 150 hezar kesî navendeke girîng a tûrîzmê ye û got, di vî warî de Gola Zirêbarê yek ji cihên herî balkêş ji bona kişandina tûrîstan e lê mixabin niha hinek pirsgirêk bi pêsîra wê re girtine.

Yek ji wan pisporên almanî jî got, ew pilana ku şîrketa wan ji bona rizgarkirina Gola Zirêbarê pêşkêş bike dê têra 30-40 salan bike lê ji bo ku ev pilan bi awayekî zanistî were danîn divê hemû rayedar û berpirsên bajêr alîkariya me bikin û agahiyan bidin me.

Wî pisporê almanî diyar kir ku Merîwan deverek wisa ye ku heta niha “dest lê neketiye” û got, cara yekê ye em li Îranê dest bi pirojeyekê dikin lê em hêvîdar in bikaribin bi alîkariya berpirs û rayedaran vê pirojeyê bi serkeftî bicîh bînin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst