Zêdetirî 400 mesîhiyan tevlî hêzê zêrevanî bûn
Hewlêr (Rûdaw) - Hejmareke din ji koçberên mesîhî yên li bajarê Hewlêrê dimînin ku xelkên parzegeha Neynewayê ne, tevlî hêzên zêrevanî yên Deşta Neynewayê bûn.
Ev hêz li serbazgeha zêrevanî li Fîşxabûrê 2 meh bûn ji aliyê Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê ve dihatin perwerdekirin.
Di nava van kesên ku tevlî zêrevaniyên mesihî dibin de, jixeynî xortan kesên kal jî hene ku armanca wan ew e ku bikaribin bervanî li malê xwe bikin û carkê din koçber nebin.