QERS – Ji ber lehiyê zerer li gundan bû
Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Qaxizmanê ya parêzgeha Qersê ya Bakurê Kurdistanê ji ber barana gur zerer gihîût çend gundan û hinek mal û gov ji ber lehiyê herifîn.
Şevê din piştî barana gur lehî rabû zerereke zêde gihand çend gundên navçeya Qaxizmanê.
Di bi koordînasyona Parêzgariya Qersê de tîmên tendurisyiê, AFAD, UMKE, cendirme, parastina sivîlan, polîs û tîmên Îdareya Taybet a Qersê çûn cihê bûyerê.
Her wiha gelek mekîneyên kar û tîm jî çûn cihê lehî lê rabûbû û wan ji bo rêya navbera Qaqizman-Îdirê vekin dest bi xebatê kir ku ji ber lehiyê hatibû girtin.
11 otomobîlên di rêde asê mabûn jî ji aliyê tîma ve hatin rizgarkirin.