Îraq: Biryara qedexekirina Kurdî hat betalkirin
Hewlêr (Rûdaw) - Piştî ku Wezareta Xwendina Bilind a Îraqê bi nivîseke fermî wanedayîn, amadekirin û bersivdana pirsên ezmûnan ên bi zimanê Kurdî li zanîngeh û peymangehan qedexe kir, Alîkarê Serokê Parlamentoyê û Wezîrê Dadê ragihand ku ew bi Wezîrê Xwendina Bilind re axivîne û biryar hatiye betalkirin.
Nivîsa fermî di nava vê mehê de ji aliyê Wezareta Xwendina Bilind û Vekolînên Zanistî ya Îraqê ve ji bo zanîngeh û peymangehên Kerkûk, Nînowa û Diyaleyê hatibû şandin.
Di nivîsê de hatibû tekezkirin ku nabe dersdayîn, pirsên ezmûnan û bersivên wan bi zimanê Kurdî bin û divê tenê bi zimanê Erebî yan jî Îngilîzî û li gorî pisporiyan bin.
“Ev biryar nayê bicîkirin”
Alîkarê Serokê Parlamentoya Îraqê Şaxewan Ebdullah di daxuyaniyekê de got ku ew bi Wezîrê Xwendina Bilind ê Îraqê re axiviye û jê re gotiye, “Ev biryar nayê bicîkirin û par jî me bi heman şêweyî ew biryar rawestandibû.”
Şaxewan Ebdullah got, “Em xwendekaran piştrast dikin ku ew dikarin bi zimanê dayikê bersiva ezmûnên xwe bidin.”
"Biryara çareserkirina pirsgirêkê hat dayîn"
Li aliyê din, Wezîrê Dadê yê Îraqê Xalid Şiwanî jî li ser heman mijarê got:
“Min pêwendî bi Wezîrê Xwendina Bilind ê Federal re kir û wî biryara çareserkirina pirsgirêkê da û ezmûn dê bi heman mekanîzmaya salên borî bên birêvebirin.”
Wezareta Xwendina Bilind: Pêçewaneyî destûr û pêkvejiyanê ye
Wezareta Xwendina Bilind û Vekolînên Zanistî ya Herêma Kurdistanê jî li ser mijarê daxuyaniyek da û got:
“Paşguhkirina zimanê şîrîn ê Kurdî li saziyên xwendina bilind ên Îraqê binpêkirina bingehên destûr û pêkvejiyanê ye.”
Wezareta Xwendina Bilind biryara Wezareta Xwendina Bilind a Hikûmeta Îraqê şermezar kir û destnîşan kir ku ev biryar ne tenê binpêkirina rasterast a Madeya 4an a destûra herdemî ya Îraqê ye, di heman demê de pêçewaneyî nirx û bingehên pêkvejiyanê yên di çarçoveya dewleta federal a Îraqê de ye.
Wezareta Xwendina Bilind tekez kir ku ew dê ji bo çareserkirina mijarê û “rêgirtina li dubarebûna helwestên bi vî rengî yên dijminane” bi aliyên pêwendîdar ên Hikûmeta Îraqê re li ser xetê bin.
"Biryareke nijadperest e"
Her wiha Akademiya Kurdî jî biryar wekî ‘nijadperestî’ bi nav kir û got:
“Em biryara hejmar 6496 a Wezareta Xwendina Bilind a Îraqê ku 16ê Tîrmeha 2025an derketiye û tê de zimanê Kurdî li navendên xwendina bilind ên deverên Kurdan ên li derveyî îdareya Herêma Kurdistanê hatiye qedexekirin, şermezar dikin û wê wekî biryareke nijadperest dibînin.
Em daxwaz dikin ku ev biryara neyasayî û nedestûrî demildest bê betalkirin û Wezareta Xwendina Bilind a Îraqê lêborînê ji gelê Kurd bixwaze.”
Li gorî agahiyên Rûdawê, li herêmêb Kurdistanî yên li derveyî îdareya Herêma Kurdistanê, ji kreşê heta pola 12an zêdetirî 141 hezar xwendekar bi Kurdî perwerdeyê dibînin.