Li Xarpêtê pevçûna çekdarî: 4 kes birîndar bûn
Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Depê ya parêzgeha Xarpêtê ya Bakurê Kurdistanêdi pevçûneke çekdarî de 4 kes birîndar bûn.
Li taxa Kirkpinarê li ser caddeya Ataturkê di navbera 2 koman de nîqaş derket ku ji ber sedemeke hîn jî nayê zanîn.
Pişte nîqaş veguherî pevçûna çekdarî.
Di pevçûnê de 2 kes bi çekan û 2 kes jî bi lêdanê birîndar bûn.
Li ser agahdarkirinê, tîmên tenduristiyê û polîs çûn cihê bûyerê.
Tîmên tenduristiyê birîndar veguhastin Nexweşxaneya Dewletê ya Depê.
Her wiha polîsan 11 kesên ku têkilî pevçûnê bûbûn, desteser kirin.